Ji bo danişîna Komkujiya Vartînîsê banga piştevaniyê 2021-09-20 12:23:08   MÛŞ - Doza Komkujiya Vartinisê ya ku Dadgeha Bilind betal kiribû, wê ji nû ve were dîtin. Serokê Baroya Mûşê Kadîr Karaçelîk, berî danişînê banga piştevaniyê kir.     Li bajaroka Vartinis a girêdayî navçeya Têlî ya Mûşê, di 3’yê Cotmeha 1993’yan de, ji mehan malbatê 7’ê zarok 9 kest hatibûn qetilkirin. Doza qetilkirina 9 kesan ku weke Komkujiya Vartinisê tê zanîn, wê ji nû ve bê dîtin. Dadgeha Bilind derbarê dosyayê de biryara betalkirinê da bû. Doz wê li 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Kirikkale bê dîtin. Fermandarê Alaya Cendirmeyan a Navçeyê Bulent Karaoglu yê wê demê li ser peywirê bû, dê weke bersûc di dozê de bê darizandin.    Serokê Baroya Mûşê Kadîr Karaçelîk, diyar kir ku aşkerekirina komkujiyê, dibe ku serdemeke tarî ronî bike.    Karaçelîk, bi bîr xist ku ji bo dozê rîska bihurîna demê heye û wiha got: “Divê bi awayekê baş li ser vê dozê bê rawestandin. Pêwîste rîska bihurîna demê li ber çavan bê girtin û wisan biryar bê dayîn. Em dixwazin bersûc bê girtin û di danişîna dozê de amade be. Ger bersûc tevlî dozê nebe, wê doz bê taloqkirin. Ji bo ku ev yek çênebe, divê bê girtin.”    Karaçelîk, berî danişînê banga piştevaniyê li raya giştî kir û ev nirxandin kir: “Ji bo ku ev doz ronî bibe em hêvî dikin ku her kes di vê lêgerîna edaletê de bi me re be û piştgiriya xwe diyar bike. Em cardin banga xwedî derketina dozê  dikin.”    MA / Dîndar Karataş