Yenî Yaşam bi manşeta ‘Em pênûsa Apê Mûsa ne’ derket 2021-09-20 11:18:56 NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameya Yenî Yaşamê got, “Zanayê Kurd Mûsa Anter ê berî 29 salan hat qetilkirin, îro jî rêya me ronî dike” û bi manşeta “Em pênûsa Apê Mûsa ne” derket.   Rojnameya Yenî Yaşamê, zanayê Kurd Mûsa Anter (Apê Mûsa) yê di 20’ê Îlona 1992’yan de, li Amedê hat qetikirin kir manşeta xwe û bi bîr anî. Rojnameyê got, “Zanayê Kurd Mûsa Anter ê berî 29 salan hat qetilkirin, îro jî rêya me ronî dike” û manşeta “Em pênûsa Apê Mûsa ne” derket.    Yenî Yaşamê bi van gotinan Apê Mûsa bi bîr anî: “Dema ku wan di 20’ê Îlona 1992’an de, li kolanek teng a Amedê ew gulebaran kirin, digotin qey ew ê rojnamegerên ciwan bitirsînin. Lê wan tişta hêvî dikir nebû. Pênûsa Apê Mûsa dest bi dest, ji nifşekî derbasî nifşek din bû. Êdî rewş wisan bû, ciwanên ku di dema ew hat qetikirin de ji dayîk nebibûn, niha bûne rojnameger û li ser karê xwe ne.”