Apê Mûsa li kuçeya lê hatibû kuştin hat bibîranîn 2021-09-20 11:15:28 AMED - Rojnamevanan, rewşenbîr û rojnamevan Apê Mûsa li kolana ku 29 sal berê lê hatibû qetilkirin hat bibîranîn. Di bîranînê de ev peyam hat dayîn: “Yên ku Apê Mûsa gulebaran kirin xwestin wê pênûsê li erdê bihêlin, lê belê çapemeniya azad ev kevneşopiyê dewam kir û destûr neda mexseda êrişkaran.”  Rewşenbîr û rojnamevanê kurd Musa Anter (Apê Mûsa) rojek wek îro 29 sal berê li kuçeyek semta Seyrantepaya Amedê li naverastê hat kuştin. Îro salvegera qetilkirina Apê Mûsa ye. Komeleya Dîcle Firatê ya Rojnamevanan (DFG) ji bo bîranîna Apê Mûsa li wê kuçeyê bernameya bîranê li dar xist. Gelek rojnamevan û rêveberên HDP, DBP, MEBYA-DER, TUHAY-DER, MED-DER gelek kes beşdarî bîranînê bûn û Apê Mûsa bibîra anîn. Wêneyên rojnamevanên hatine kuştin hatin hildan. Bernameyê bi rêzgirtina bo cangoriyan dest pê kir.    ‘PÊNÛSA WÎ LI ERDÊ NEMA’    Di bîranînê de ewilî Hevseroka DFG’ê Dîcle Muftuoglû axivî û diyar kir ku ji bo ew îro Apê Mûsa bibîr bînin civiyan e û got: “Zîhniyeta ku 29 sal berê liv ê kuçeyê xwest Apê Mûsa qetil bike, xwest ku tevahiya çapemeniyê kurd were bêdengkirin. Tevî hemû zext û kuştinan jî pênûsa Apê Mûsa li erdê nema. Em îro jî li vir didin nîşandan û dibêjin wê çapemeniya kurd neyê bêdengkirin. Yên ku Ferhat Tepe gulebaran kirin xwestin kevneşopiyek tune bikin. Yên ku wê rojê Apê Mûsa gulebaran kirin xwestin wê pênûsê li erdê bihêlin, lê çapemeniya azad ev kevneşopî domand û destûr neda mexseda wan. Ji bo kujerên Apê Mûsa bên darizandin em ê têkoşîna xwe bidomînin.”    ‘EM Ê HESAB JI KUJERAN BIXWAZIN’    Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz jî axivî û destnîşan kir ku zîhniyeta ku 29 sal berê dixwest Musa Anter bikuje, dixwest têkoşîna azadiyê ya kurdan biqedîne û wiha got: “Lê belê têkoşîna gelê kurd bi rengekî zindî mîna roja destpêkê dewam dike. 29 sal derbas bûn, her çend di derbarê kesên ku Apê Musa qetil kirin de gelek axaftin hatin kirin jî, kiryar nayên darizandin. Em ê tu carî kuştina kiryar nediyar ji bîr nekin, lewra ne 29 sal, 49 di ser kuştinê de derbas bibe jî em ê vê kuştinê ji bîr nekin. Em ê di têkoşîna heqîqetê de israr bikin û hesab ji kujerên Apê Mûsa bixwazin.”    QERENFÎLAN DANÎNÊN CIHÊ KU APÊ MÛSA LÊ HATIYE KUŞTIN    Piştî axaftinan dirûşma “Şehîd namirin” hat berzkirin. Dûvre girse heta cihê Apê Mûsa ku lê hatiye qetilkirin meşiya û wêneyê Apê Mûsa û qerenfîlan danîn wî cihî û ew bibîra anîn.    Li cihê ku Apê Mûsa lê hatiye qetilkirin, Hevserokê DFG’ê Serdar Altan axivî û wiha got: “29 sal derbas bûn, hevalên me hêjî tên qetilkirin. Rastî nayê winda kirin. Em îro li vir carek din hîn bûn ku hilgirtina wêneyê Ferhat Tepe qedexe ye. Hûn nikarin bi qedexeyên wiha wî bi me bidin jîbirîkirin. Şehîdên me yên çapemeniyê rûmeta me ne. Em di şopa wan de dimeşin. Em Apê Mûsa careke din bi bîr tînin.”