Di Doza Kobanê de rojnameger û temaşevan negirtin hûndir 2021-09-20 11:14:50   ENQERE - Li ber deriyê Kampusa Girtîgeha Sîncanê ya ku wê danişîna Doza Kobanê lê bê dîtin, liv û tevgere zêde ya polîsan heye. Polîsan destûr nedan ku rojnameger û temaşevan bikevin hûndir û danişînê bişopînin.   Danişîna 4’emîn a Doza Kobanê ku 20 jê girtî 108 siyasetmedarên Kurd û rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP)) jê tên darizandin, wê li Kampusa Girtîgeha Sîncanê bê dîtin.    ROJNAMEGER NEGIRTIN HÛNDI   Polîsan berî danişînê, rêya Girtîgeha Sîncanê bi barîkatan girtin. Kesên ji bo hevdîtinê hatin girtîgehê, di lêgerînek zêde re hatin derbaskirin. Xizmên girtiyên ji bo Doza Kobanê hatin, temaşevan û rojnameger bi hinceta fermana serokê dadgehêye negirtin hûndir. Tenê parêzer, parlamenter û kesên ne girtî tên darizandin, girtin hûndir.    NE BIRYARA DADGEHÊ YE   Parêzerên dozê bi serokê dadgehê yê li Doza Kobanê mêze dike re hevdîtin kirin. Li gorî agahiyên ku parêzeran dan, tu biryareke serokê dadgehê ya ku rojnameger, temaşevan û xizmên girtiyan negirtina salona danişînê tuneye.