Em ji kesên ku nûçegihaniya azad ji xwe re kirine derd re deyndarê spasiyê ne 2021-09-20 10:21:57 Prof. Dr. Vedat Bûlût* Ajansa Mezopotamyayê ku timik tê astengkirin û dibe hedefa hewldanên bêdengkirinê, 4 sal in nûçeyên welatiyên me yên cihêkarî li wan tê kirin, tên pincirandin, mafê wan tên binpêkirin ji me re radigihîne. Em jî ji ber ku Ajansa Mezopotamyayê nûçegihaniya azad ji xwe re kiriye derd, bûye dengê me, bi pirsgirêkên hempîşeyên me û kedkarên tenduristiyê re mijûl bûye û 20 meh in berpirsyariya xwe ya agahiyên rast ên derbarê pandemiya Kovîd-19 ji civakê re ragihandiye jê re deyndarê spasiyê ne.    Di vê pêvajoya ku çapameniyê ji aliyê sermiyan û hêzên hikûmetê ve hatiye dorpêçkirin û bêdengkirin de Ajansa Mezopotamyayê, bi rojnamegerî û nûçegihaniya xwe ya birûmet di dîroka çapemeniyê de mafê xwe yê rezgirtinê bi dest xistiye û bi tîpên zêrîn derbasî dîroka çapameniyê bûye. Wê keda wê ya ji bo têkoşîna azadî û kedê û bi cihbûna demokrasiyê ya di Tirkiyeyeke hê bêtir azad, hê bêtir demokratîk de neyê jibîrkirin. Em 4 salîbûna Ajansa Mezopotamyayê pîroz dikin.    * Sekreterê Giştî yê Yekitiya Bijîkên Tirk (TTB)