Nûnera çapemeniya azad 4 salî ye! 2021-09-20 09:26:34 Omer Farûk Gergerlîoglû*  Daxwaza hînkirin û xwedî agahîbûnê yek ji faktorên herî girîng ên ku mirovahiyê bi pêş dixeye. Mirov bi zanebûnê bêtir xurt bûne, bi xurtbûnê dinya ji bo wan hê bêtir ketiye rewşeke têgihiştinê.   Nûçegihanî jî encama meraqa zanebûnê ya di xwezaya mirov de ye. Heke nûçegihanî agahiyên rast nehewîne dibe ku mirov şaş jî areste bike. Em tev dizanin ku di amûrên nûçeyan de agahiyên ne rast welatan çawa ber bi karesatan ve dibin.    Nûçegihanî; li her dera dinyayê pîşeyek herî zor û bitalûke ye. Ji ber vê sedemê her wiha gelek jî biqîmet e. Mixabin desthilatdar çapameniya ku li rûyê wan rastiyê dibêje hez nakin. Hemû rêveberiyên otokratîk, difikirin ku şertê yekemîn ê serweriya welat bidestxistina çapameniya navendî ya welat e.    Lê mixabin li Tirkiyeyê jî AKP, dema ku hat desthilatê weke karê destpêkê çapemeniya xwe ava kir û piştre jî zextê li çapameniya muxalîfê xwe kir. AKP'ê vê zextê bi demê re wisa bi pêş xistiye ku bi KHK'ên bûne perçeyeke Pergala  Rewşa Awarte ya dixwaze ava bike qenalên televîzyonan, rojname, kovar, ajansên nûçeyan girtiye. Fikiriye ku "Heke dengê muxalîf nemîne wê welat bi kêfî û hêsanî bi rê ve bibe."   Lê AKP'ê xeletî kiriye! Bi stemkarî amûrên çapameniya azad girtiye, ji 20'ê îlona 2017'an ve Ajansa Mezopotamyayê ku berdewama kevneşopiya çapameniya azad e , hem jî di dema Rewşa Awarte de ketiye jiyana me. Ajansa Mezopotamya, îro tiştên ku kes nabêje dibêje û ji ber vê gelek kedkarên wê di girtîgehê de ne û qadeke ku cihê wê dê qet neyê dagirtin digire.   Îro em 4 saliya Ajansa Mezopotamyayê ku dizanim bi gelek zehmetiyan li ser piya ne pîroz dikin, ji aliyekê ve jî di 29'emîn salvegera qetilkirina wî ya 20'ê îlona 1992'an de rojnamegerê kurd û nivîskar Mûsa Anter bi rêzdarî û rehmet bi bîr tînim. Hemû kedkarên çapemeniyê ku mîna Mûsa Anter bedel dane bi rêzdarî silav dikim.   Ne tenê weke parlamenterekî weke welatiyekî ku dixwaze xwe bigihîne agahiyê jî ji Ajansa Mezopotamyayê re spas dikim û dibejim; "Baş e ku nûnera çapameniya azad Ajansa Mezopotamyayê heye."   * Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Kocaeliyê