MA bû dengê 'Ên din' 2021-09-20 09:15:29 Eren Keskin* Ajansa Mezopotamyayê, bi avabûna kelecanê da me tevan. Qadeke nûçeyan ku bi armanca dengê hemû "Ên din" rabigihîne ava kir. Bû ajanseke ku ferqa xwe, bi esasnegirtina qodên bîrdoziya fermî û feraseta nûçeyên aliyê bindestane derxist holê.  Pirsgirêkên bingehîn ên erdnîgariyê, meseleya Kurd û Kurdistanê, qirkirina 1915'an, 1938, darbeyên leşkerî, têkoşîna rizgariya jinê, têkoşîna LGBTÎ+, pirsgirêken kedkar û karkeran, berxwedanên zanîngehan...   Ajansa Mezopotamyayê, di van hemû qad û mijaran de "nûçeya rast" armanc kir. Ji ber vê gelek zext lê hatin kirin û hê jî lê tên kirin. Bêyî serî îteet bike, dev jê berde têkoşîneke birûmet a çapemeniyê dide.   * Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD)