Piştî 11 salan 18 hezar TL cezayê pere li faîlê pitik Ûytûn hat birîn! 2021-09-20 09:01:45 AMED - Cezayê ku li polis Hakan Alkan ê li navçeya Cizîrê bi gaza îsotê bûbû sedemê mirina pitik Ûytûn hatibû birîn, veguherandin 18 hezar û 200 TL cezayê pere. Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê, di sala 2009'an de dema ku pitik Mehmet Aytûn (18 mehî) li şaneşîna mala wan li milê dayika xwe bû, bi gaza îsotê ya leşker Hakan Alkan berdabû jiyana xwe ji dest dabû. Di dozê de ji Alkan re cezayê mîna xelat hat birîn. Bi sûcdariya "Bi qusûr bûye sedema mirinê" 3 sal ceza li Alkan hat birîn. Ev ceza jî veguherî 18 hezar û 200 TL'yî.    ASTENGIYA QAYMEQAMÊ CIZÎRÊ   Ji ber ku Qaymaqamiya Cizîrê destûr nedida lêpirsînê derbarê Alkan de piştî 11 salan  doz hat bidawîkirin. Li ser vê îttîraza ku di 31'ê tebaxa 2012'an de li Dadgeha Îdarî ya Amedê hatibû kirin jî hat redkirin. Bi biryara redkirina Dadgeha Îdareyê ya di 4'ê kanûna 2012'an de Serdozgeriya Komarê ya Cizîrê di 14'ê çileya 2013'an de derbarê lêpirsînê de biryara neşopandinê da.     REXMÎ AYM'Ê JÎ DESTÛR DERNEKET   Piştî biryara neşopandinê, parêzerên Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ku piştgiriya hiqûqî didan malbata Ûytûn, ji ber ku lêpirsîneke bibandor nehatiye kirin serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) dan. AYM'ê di 15'ê kanûna 2016'an de biryara îhlalê da. Lê Qaymeqamiya Cizîrê ku Serdozgeriya Komarê ya Cizîrê li dijî biryara AYM'ê ji bo destûrê serî le da, bi hinceta ku delîlên têrker tune ne di 4'ê tîrmeha 2019'an de careke din destûra lêpirsîna Alkan neda.    JI ÎSTINAFÊ DESTÛRA LÊPIRSÎNÊ   Li dijî biryara qaymeqamiyê ya destûr nedana lêpirsînê parêzeran di 19'ê tîrmeha 2019'an de serî li Serdozgeriya Komarê ya Cizîrê û di 25'ê tîrmehê de jî serî li Edliyeya Herêmê ya Dîlokê dan. Dadgeha Îstînafê, di 3'ê kanûna 2019'an de biryara destûr dayîna lêpirsînê da. Lêpirsîna ku careke din hat destpêkirin bi vekirina dozê ya sûcdariya "Bi qusûr bûye sedema mirinê" bi dawî bû. Di 3'ê sibatê de di danişîna destpêkê ku  li 1'emîn Dadgeha Cezayê ya Esliyeyê ya Cizîrê hat dîtin de leşkerê bersûc Alkan rexmî ku Serfermandariya Artêşa Tirk ragihandibû fîşeka gazê di envantera wan de heye jî careke din angaşt kir ku fîşek ji çeka wî derneketiye. Alkan, di danişîna biryarê de jî hemen angaştî kir.    CEZAYÊ MÎNA XELAT   Dadgehê, bi sûcdariya "Bi qusûr bûye sedema mirinê" 3 sal ceza li Alkan birî. Bi hinceta bandora pêşeroja bersûc dadgehê ceza daxist 2 sal û 6 mehan. Her wiha dadgehê bi hinceta rewşa aborî, civakî û bandora cezayê dema dirêj a li ser takekesiya bersûc ceza veguherand 18 hezar û 200 TL cezayê pere.    ÎTTÎRAZA CEZA   Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Parêzer Abdûllah Zeytûn û Parêzer Ercan Yilmaz, li dijî biryara dadgehê serî li Edliyeya Herêmê ya Amedê dan û îttîraz kirin. Di serlêdanê de parêzeran diyar kir ku veguherandina cezayê Alkan a cezayê pere li dijî hiqûqê ye û xwestin ku bersûc ji li Dadgeha Cezaya Giran ji sûcê "Kuştinas qestî" bê darizandin.