Qedexeya Wanê di roja hezar û 764'emîn de ye: Walîtî bûye amîrê mulkî yê AKP'ê 2021-09-20 09:01:42 WAN - Li Wanê qedexeya çalakî û bernameyan ket roja hezar û 764ân. Hevseroka HDP'ê ya Wanê Handan Karakoyûn, diyar kir ku walîtî weke "amîrê mulkî" yê AKP'ê tevdiger û ew ê di têkoşîna xwe ya demokrasiyê de paşde gav navêjin.  Ji Hewldana Darbeyê ya 15'ê Tîrmehê ya sala 2016'an ve Walîtiya Wanê çalakî û bernameyan qedexe dike. Qedexeya çalakî û bernameyan a li bajar ket roja hezar û 764'an. Walîtî,ji 21'ê mijdara 2016'an ve ji 15 rojan carekê bi awayekî rêk û pêk hemû çalakî û bernameyên li bajar qedexe dike. Herî dawî di navbera 16-30'ê îlonê de qedexe hat îlankirin. Li bajar bi salan de hemû çalakiyên partiyên siyasî yên muxalîf û rêxistinên sivîl tên astengkirin. Lê ev qedexe ji bo çalakiyên rêxistina AKP'ê ya bajar û navçeyan ne derbasdar e. Destûr tê dayîn ku AKP ji bo emdamtiyê stand deyne lê hemû serlêdanên HDP'ê yên ji bo heman xebatê tên redkirin. Qedexeya ku 5 sal in li bajar didome herî zêde HDP'ê mezdûr dije. Hin caran çalakiyên HDP'ê tên astengkirin hin caran jî cezayê pereyan li HDP'ê tê birîn.    NÊZIKBÛNA TEKPEREST   Hevseroka HDP'ê ya Bajar Handan Karakoyûn, pêkanîna li bajar nirxand û ev tişt got: "Qedexe li dijî muxalîfan e. Ev ji ber nêzikbûna tekperst pêk tê. Bûye zexteke li dijî muxalîfan. Dema ku mirov pelên dîrokê vedike dibîne ku berê jî ev pêkanîn hebûne. Lê desthilat bi van li ser desthilatê namînin. Me vê di hilbijartinan de jî dît. Di hilbijartinan de amîrê mulkî, sazî û dezgehên devletê di her firsendê de mîna rêveverên AKP'ê yên bajar û navçeyan tevgeriyan. Qeyûm tayînî şaredariyên me kirin. Şaredariyên me yên di destên qeyûman de ji aliyê AKP'ê ve tên birêvebirin. Weke ku ev ne bes amîrê mulkî yê bajar tenê mîna amîrê AKP'ê tevdigere. Rexmî hemû astengiyan jî gel li partiya me xwedî derdikeve. Li dijî hemû zextan em têkoşîna demokrasiyê didin. Em dibînin ku bi piştgiriya gelê me ev zext vala derdikevin. Rapirsîn ev nîşan didin. Guman nîne ku wê gel vê desthilatê bi rêyên demokratîk têk bibe. Ji berê ve tu desthilat bi zextê li ser kar nemaye. Me vê dîtiye û em ê dîsa bibînin. Em ê bi gelê xwe re demokrasiyê ava bikin."   MA / Cemîl Ûgûr