'Ji bo çareseriya bingehîn divê tecrîd rabe' 2021-09-20 09:01:42 AMED - Hevserokên MED TÛHAD-FED û TÛHAY-DER'ê, diyar kirin ku bi dawîbûna tecrîdê re wê pirgirêk bi awayekî bingehîn bên çareserkirin. Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bidorveger a ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan, di 27'ê mijdara 2020'an de hatibû destpêkirin di roja 290'an de bi dawî bû. Girtiyan, ji bo çalakiya xwe ku di çarçoveya kampanya "Dem dema azadiyê ye" de dabûn destpêkirin û di 12'ê îlonê de bi dawî kiribûn de ev daxuyanî dabûn: "Em ê bi çalakiyên cuda bizanebûn û birêxistinkirî tevlî pêngava azadiyê bibin."    Hevserokê Komeleya Alîkarî û Piştevaniya Malbatên Girtî û Hikumxwaran (TUHAY-DER) Mehmet Emîn Guzel û Hevseroka Federasyona Komeleyên Hiqûq û Piştevaniya Malbatên Girtî û Hikumxwaran a Med (MED TUHAD-FED) Emîne Kaya, derbarê pêvajoya çalakiya greva birçîbûnê ya ji nêz ve şopandin de nirxandinan kirin.    TECRÎDÊ KIRIN ROJEV   Hevseroka MED TÛHAD-DER'ê Emîne Kaya, diyar kir ku çalakiya greva birçîbûnê bi awayekî neyînî bandor li tenduristiya girtiyan dike û wiha got: "Rexmî vê rewşê jî girtiyan ji bo ku tecrîdê bikin rojevê çalakiya xwe domandin. Girtî di grevê de gihîştin armanca xwe, mirov dikare bibêje ku tecrîd kirin rojeva dinyayê. Em daxwaz dikin ku binpêkirinên mafan demildest bi dawî bibin. Em naxwazin ku dubare greva birçîbûnê bê destpêkirin. Divê hikumet û rêxistinên sivîl berpirsyariya dikeve ser milê wan pêk bînin."   PIRSGIRÊKÊN TENDURISTIYÊ   Hevserokê TÛHAY-DER'ê Mehmet Emîn Guzel jî da zanîn ku rewşa girtiyên tevlî çalakiyê bûne ji malbatê wan hîn dibin û wiha got: "Ji ber ku berê jî tevlî grevê bûne û şertên girtîgehan, li girtiyan dibin sedema nexweşiyên mayînde. Di vê pêvajoyê de piranî med û gurçikên wan diêşên. Hejmara girtiyên bi van nexweşiyan ketine zêde bûne. Gelek girtî kîloyên wan kêm bûne. Malbat dibêjin, 'zarokên me heliyan e'. Niha girtî xwarinên ku dertên dixwin tu xureka teqviye nadine wan."   CEZAYÊN DÎSIPLÎNÊ Û HEVDÎTINÊ   Di berdewamê de Mehmet Emîn Guzel, bi lêv kir ku binpêkirinên mafan ên beriya grevê niha jî didomin û ev tişt anîn ziman: "Gaveke erênî nehat avêtin û gelek girtiyan avêtin hucreya yekkesî. Ji ber ku ketine greva birçîbûnê derbarê gelekan de jî lêpirsînên dîsiplînê hatine vekirin. Ji bo van cezayan hevdîtin hatine qedexekirin. Cezayê hucreyê û dîsiplînê dibin sedem ku înfaza girtiyan bê taloqkirin. Ji bo tespîtkirina binpêkirinên mafan divê rêxistinên sivîl û rêxistinên maf li girtîgehan lêkolînan bikin."   ÇARESERÎ OCALAN E   Guzel, destnîşan kir ku li welatê ku hiqûq û edalet tunebe wê demokrasî jî tunebe û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: "Daxwaza sereke ya girtiyan bidawîkirina tecrîdê bû. Lê tecrîd hê jî didome. Ev pergala tecrîdê li tevahiya girtîgehan belav bûye. Êdî civak jî vê pergalê hîs dike. Divê şert bên sererastkirin û li gorî rûmeta mirovan jiyan bê domandin. Çareserkirina bingehîn a vê pirsgirêkê bi destpêkirina hevdîtina bi Birêz Ocalan re dibe. Divê destpêkê hevdîtina parêzer û malbatê pêk bê. Piştre ji aliyê dewletê ve muzekere bên destpêkirin."