ROJEVA 20'Ê ÎLONA 2021'AN 2021-09-20 09:00:06 * Hevserokên MED TÛHAD-FED û TÛHAY-DER'ê, diyar kirin ku bi dawîbûna tecrîdê re wê pirgirêk bi awayekî bingehîn bên çareserkirin. * Li Wanê qedexeya çalakî û bernameyan ket roja hezar û 764ân. Hevseroka HDP'ê ya Wanê Handan Karakoyûn, diyar kir ku walîtî weke "amîrê mulkî" yê AKP'ê tevdiger û ew ê di têkoşîna xwe ya demokrasiyê de paşde gav navêjin.    * Cezayê ku li polis Hakan Alkan ê li navçeya Cizîrê bi gaza îsotê bûbû sedemê mirina pitik Ûytûn hatibû birîn, veguherandin 18 hezar û 200 TL cezayê pere.   * Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya Malbata Şenyaşar wê di roja 196'emîn de berdewam bike.    * Rûniştina 4'emîn a Doza Kobanê ku siyasetmedarên HDP'yî jê tên darizandin wê li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê were lidarxistin. (10.00)   * Siyasetmedarê kurd Îbrahîm Îbrahîm Ayhan dê li ser gora xwe ya li Siwêregê were bibîranîn. (11.00)   * Komeleya Dîcle Firatê ya Rojnamevanan (DFG), wê rojnamevan û rewşenbîrê kurd Musa Anter (Apê Musa) di salvegera 29'emîn de li cihê hat qetilkirin li Seyrantepeyê wî bibîr bîne. (11.00)      * Xelatên Rojnamevaniyê yê Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniyê ku ji aliyê rojnameya Yenî Yaşamê ve tê lidarxistin, dê li Naveda Çanadê ya Cemal Candaş a li Şîşliyê bi beşdariya Hevserokê HDP'ê Mîthat Sancar bidin xwediyên wan. (18.00)   * Înîsiyatîfa Malbatên Pirsûsê bi daxwaza edaletê çalakiya 74'emîn li Kadikoya Stenbolê li dar bixin. (18.00)