'Kesên dixwazin siyaseta kurdan asteng bikin xeyal dibînin' 2021-09-19 20:52:07 MÊRDÎN - HDP'ê, li navçeyên Mêrdînê bi gel re hat gelhev.  Hevşaredara Stewrê Gulistan Oncu, diyar kir ku kesên ku dixwazin siyaseta kurdan asteng bikin xeyal dibînin.          Di çarçoveya kampanya "Em HDP ne li her derê ne" de HDP'ê li gundên navçeyên Stewr, Rişmil, Midyadê civînên gel li dar xist. Li navçeyên Rişmil û Midyadê, HDP'î bi gel re hatin gelhev û serdanên malan kirin, li gundê Şûtê yê girêdayî Stewrê jî civîn li dar xistin.    'XEYALAN DIBÎNIN'   Di civîna ku gundiyan eleqeyeke zêde nîşan dan de Hevşaredara Stewrê Gulistan Oncu ku qeyûm tayînî şûna wê hatiye kirin axivî û ev tişt got: "HDP bi piştgiriya gel li ser piya ye, kesên ku bi girtina HDP'ê dixwazin siyaseta kurdan asteng bike xeyal dibînin."   Piştî Oncu Endamê Melisa Partiyê (PM) yê HDP'ê Abdûllah Îdîg axivî û ev tişt anîn ziman: "Aştî bi rakirina tecrîdê pêkan e. Weke civak û gel em xebatên xwe di bin tecrîdeke giran de dikin. Em bang li gelê xwe dikin ku li dora HDP'ê bibin xelek."