Agir bi Baxçeyên Hewselê ket 2021-09-19 19:09:06   AMED - Li Baxçeyên Hewselê ku di Lîsteya Mîretaya Dinyayê ya UNESCO'yê de ye agir derket. Bi midaxaleya agirkujiyê agir hat vemirandin.      Li Baxçeyên Hewselê yên 7 hezar salî ku di Lîsteya Mîretaya Dinyayê ya UNESCO'yê de ye agir derket. Tîmên agirkıjiyê sewqî herêmê hatin kirin û bi midaxaleya tîmên agirkujiyê agir hat vemirandin.