Komên girêdayî Tirkiyeyê 3 sivîl revandin 2021-09-19 18:50:47 NAVENDA NÛÇEYAN - Komên bi navê Cehhet El Şamiye û Lîwa Siqûr El Şemal ên girêdayî Tirkiyeyê li navçeya Mabata ya Efrînê 3 sivîl revandin.       Li bajarê Efrînê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku di bin kontrola Tirkiye û komên girêdayî wê de ye 3 sivîl hatin revandin. Li gorî nûçeya ku ANHA'yê derbas kiriye, komên bi navê Cehhet El Şamiye û Lîwa Siqûr El Şemal ên girêdayî Tirkiyeyê li navçeya Mabata ya Efrînê 3 sivîlên bi navê Xerîb Ismaîl Hesen, Ebdo Mihemed Omer û Mihemed Hisên Şêxo yên sivîl revandine. Nayê zanîn ku koman her sê kesên sivîl birine kuderê.