Agirê li Çiyayê Gabarê belav dibe 2021-09-19 15:38:50 ŞIRNEX- Şewata ku beriya hefteyekê di encama bombebaranê de li Çiyayê Gabarê derketibû belav dibe.    Operasyona ku beriya hefteyekê li qadên Şêx Osman, Şeşçala, Çîyayê Bizinê,  Êwan û Bênatê yên Çiyayê Gabarê hatibû destpêkirin didome. Di çarçoveya operasyonê de şewata ku beriya hefteyekê li derdora gundê Bunisra ya herêma Gabarê bi daristanê ketibû didome. Agirê ku di encama bombebaranê de derketîbû belav dibe.   Ji ber ku têketina herêmê qedexe ye tu mudaxale li agir nayê kirin.