Agirdir: Ji her 10 Kurdan wê 7 jê dengê xwe bidin HDP’ê 2021-09-19 14:31:12 STENBOL - Midurê Giştî yê KONDA Bekîr Agirdir ê beşdarî panela ji aliyê HDK’ê ve hat lidarxistin bû, wiha axivî: “Ji her 10 Kurdan wê 7 jê dengê xwe bidin HDP’ê. Lê pirsgirêk ne ev e. Pirsgirêk ew ku em ê Tirkiyeya nû çawan ava bikin e.”   Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) panela “Li Tirkiyeyê, Rejîma Qeyûm û Mafê Rêveberiya Xweser” li Navenda Çandê ya Nazim Hikmet a li navçeya Şîşlî ya Stenbolê li dar xist. Hevberdevka HDK’ê Esengul Demîr, Parlamenterên HDP’ê Sezaî Temellî, Mûsa Pîroglû û Dîlan Dîrayet Taşdemîr, Midurê Giştî yê KONDA Bekîr Agirdir, Serokê Giştî yê KESK’ê Mehmet Bozgeyîk, endamê Hîndekariya Zanîngeha Bogazîçiyê Erol Koroglû, Xwendeıarên Bogazîçiyê û gelek kes beşdarî panelê bûn.    HEDEF HEVSEROKATIYE    Hevberdevka HDK’ê Esengul Demîr axaftina vekirinê ya panelê kir û wiha axivî: “Ji sala 2016’an ve qeyûm tayînê şaredariyên bajarên herêmê tên kirin. Pergala qeyûm, hemleya ji holê rakirina rêveberiyên herêmî û li dijî pergala rêveberiya wekheve. Bi qedandina xweseriya rêveberiyên herêmî re, vîna gel hat şikandin. Di şaredariyên Kurdistanê de, pergala hevserokatiyê, pergalek nû bû. Rejîma qeyûm, ewil pergala hevserokatiyê ji holê rakir. Dîsa saziyên jinan girtin. Heya ku bertekên civakî pêş nekevin, wê kiryarên qeyûman dewam bikin. Herî dawî qeyûm tayînî Zanîngeha Bogazîçiyê kirin. Dîsa rejîma qeyûm di sektorên taybet de dewam dike. Ger civak dengê xwe dernexîne, feraseta li Kurdistanê dest pê kir, wê li Tirkiyeyê belav bibe. Divê xeteke hevpar a têkoşînê bi hemû hêzên demokrasiyê re bê avakirin. Ji bo ku em mafên xwe winda nekin û mafên xwe me winda kirine paşve bistînin, divê em têkoşînek wekhev û demokratîk bi rêve bibin.”    AGIRDIR: WÊ BI SER NEKEVIN   Midurê Giştî yê KONDA Bekîr Agirdir dûre axivî û bal kişand ser rejîma qeyûm û planên veşartî yên siyasî yên li Tirkiyeyê. Agirdir, diyar kir ku AKP’ê di nava planekê de qeyûm tayîn kirin û wiha got: “Gelo wê vê plana xwe bi ser bixin? Na, wê nekarin bi ser bixin. Ji her 10 Kurdan wê 7 jê dengê xwe bidin HDP’ê. Lê pirsgirêk ne ev e. Pirsgirêk ew ku em ê Tirkiyeya nû çawan ava bikin e.”   Alîkarê Hevserokê Giştî yê HDP’ê Tuncar Bakirhan jî, qala wêrankirina cihên ku qeyûm lê hatin tayînkirin, kir.   Piştî axaftina Bakirhan, navbera nîvro hat dayîn.