Mirina zarokek bi şik 2021-09-19 12:41:41   AMED - Zaroka 12 salî ya bi awayekî bi şik ji qata 7’emîn a avahiya li navçeya Rezanê ket xwarê, jiyana xwe ji dest da.    Li Taxa Selahattîn Eyyubî ya navçeya Rezan a Amedê, zaroka 12 salî A.D., a bi malbata xwe re dijiya bi awayekî bi şik ji qata 7’emîn a avahiya 8 qat ket xwarê û jiyana xwe ji dest da. Li gorî îdîayan, zarok piştî dengê qîrîniya wê hat bihistin, ji şaneşînê ketiye xwarê. Polîs û xebatkarên tenduristiyê, li ser agahî dayîna kesên derdorê, hatin cihê bûyerê.   Xebatkarên tenduristiyê, piştî mudaxileya ewil zarok rakirin nexweşxaneyek taybet. Zaroka 12 salî li gel hemû mudaxileyan nehat rizgar kirin û cenazeyê wê ji bo otopsiyê rakirin Saziya Tipa Edlî.    Hat diyarkirin ku derbarê bûyerê de, lêpirsîn hatiye destpêkirin.