Sedema qedexeya li Mêrdînê: Musa Anter dê were bi bîranîn 2021-09-19 11:47:20   MÊRDÎN - Walîtiyê, bi hinceta Apê Mûsa wê li ser gora xwe ya li gundê Sitîlîlê bê bibîranîn, çalakî û bernayên li bajêr bên lidarxistin, heya 15 rojan qedexe kir.      Walîtiya Mêrdînê, heya 15 rojan çalakî û bernameyên li bajêr bên lidarxistin qedexe kirin. Di biryara qedexeya walîtiyê de, merasîma bîranîna zanistê Kurd Apê Mûsa (Mûsa Anter) ê di 20’ê Îlona 1992’yan de li Amedê hat qetilkirin a li gundê Sitîlîlê ya girêdayî navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê li ser gora wî bê lidarxistin, weke sedem nîşan da.     Bal kêşe ku walîtiyê sedema qedexeya xwe, bi şewba vîrûsê ve girê da û Wezîrê Dadê yê berê Mehmet Topaç ê di 29’ê Îlona 1994’an de hatibû kuştin, bi bîr xist.