Bi hinceta 'endamê YPG'ê’ girtin, bi îdîaya ‘endamê DAIŞ’ê ye’ bernadin 2021-09-19 10:52:55 MÊRDÎN - Penaber Alî El Sulo yê ku piştî ferzkirina “sîxuriyê” qebûl nekir û derbarê berpirsiyaran de gilî kir, bi îdîaya “propagandeya YPG’ê kirin” berî 6 mehan hat binçavkirin û şandin GGM’ê, vê carê jî bi îdîaya “endametiya DAÎŞ’ê” nayê berdan.     Penaberê Suriyeyî Alî El Sulo, di sala 2013’an de ji bajarê Şamê bi malbata xwe re koçî Mêrdînê. Rêveberiya Penabertiyê ya Mêrdînê, di Çileya 2021’an de gazî Sulo kir. Sulo li îdareya penabertiyê rastî ferzkirina “sîxurtiyê” ya Midurê Bajarê Mêrdînê Sefa Kenar û kesên xwe weke endamên îstîxbaratê pê dan naskirin hat. Sulo yê ku ferzkirina sîxurtiyê red kir, dûre derbarê van kesan gilî kiribû.    Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê, di lêpirsîna hatibû destpêkirin de biryara “neşopandinê” da. Piştî demek kurt bi ser mala Sulo de hatibû girtin û bi îdîaya “propagandeya YPG’ê kirin” hatibû binçavkirin. Rayedaran ewil ew şandin Dîlokê û ji wir jî şandin Navenda Paşve Şandinê ya Wan (GGM). Ligel ku dema “Çavderiya îdarî” ya 6 mehan bi dawî bûye jî, Alî El Sulo nayê berdan. Parêzerên Sulo ji bo ku bê berdan, serlêdan kirin. 2’yemîn Dadgeha Cezayê Sulh a Wanê, serlêdana parêzeran bi îdîaya Solu “endamê DAIŞ’ê ye” red kir.    Parêzer Kenan Angay ê  ji ajansa me re axivî, diyar kir ku piştî biryara neşopandinê ji bo giliyê muwekîlê wî Sulo ya ferzkirina sîxuriyê hat dayîn, derbarê wî de biryara binçavkirin û dersînorkirinê hat dayîn. Angay, anî ziman ku Sulo xistine kategoriya “Kesên ku gefê li tenduristiya giştî û ewlehiya giştî dixwine” û wiha axivî: “Ji ber vê derbarê wî de biryara ‘Belavkirina ragihandina biryarê’ hatiye dayîn. Bi ve yekê re ji nû ve biryara ‘çavdariya îdarî’ ya 6 mehan ji bo wî hatiye dayîn. Sedema biryarê jî weke ‘li ser welatê xwe agahiyê nedayîn, hevkarî nekirin û gumana revê’ hatiye nîşandan. Agahiyên Sulo yên derbarê welatê wî de zelalin. Lê me tu wate neda peyva hevkariyê.”    ‘MÛAMELEYA GIRTÎ LÊ TÊ KIRIN’   Angay, da zanîn ku ew ê derbarê vê rewşê de, li Lijneya Dadger û Dozgeran (HSK) û Komîsyona Edaletê ya Edlya Wanê gilî bikin û wiha bi dawî kir: “Sedema ku hatiye nîşandan, binpêkirina mafe û mijara gilî kirinê ye. Ji ber şert û mercên jiyanî yên li Sûriyeyê ne pêkane ku muwekîlê min were dersînorkirin. Muwekîlê min, weke ku di şert û mercên girtîgehê de be, li GGM’ê tê girtin. Biryara ‘çavderiya îdarî’ ya heyî, awayeke cezakirinê ye. Dixwazin bi zorê muwekîlê min bişînin Sûriyeyê. Ev li dijî hiqûqane. Divê demildest muwekîlê min bê berdan.”   MA / Ahmet Kanbal