81 girtiyên di greva birçîbûnê de ne, daxwaza darizandinek adîlane dikin 2021-09-19 09:40:39 NAVENDA NÛÇEYAN - Li Herêma Federe ya Kurdistanê 81 girtiyên ku aktivîst, mamoste û rojnameger jî di nav de hene, ji bo darizandineke adîlane 14 rojin di greva birçîbûnê de ne. Malbatên girtiyan, diyar kirin ku divê demildest ev daxwaza girtiyan bê qebûlkirin.     Li Herêma Federe ya Kurdistanê, 81 girtiyên ku aktîvîst, mamoste û rojnameger jî di nav de heyîn, par ji ber şermezarkirinên pêkanînên antîdemokratîk ên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) hatibûn girtin. Girtiyên ku bi  daxwaza "darizandina adîlane" dest bi greva birçîbûnê kirin, 14 rojin di greva birçîbûnê de ne. Malbatên girtiyên ku dest bi greva birçîbûnê kirin, derbarê pêkanînên girtîgehê û çalakiya girtiyan de, axivîn.    'DAXWAZ DIKIN BI CPT'Î RE HEVDÎTINÊ BIKIN'    Birayê rojnamegerê girtî Qehreman Berwarî yê ku di greva birçîbûnê de ye, Arî Bedel Berwarî, diyar kir ku girtî bi neheqiyeke mezin re rû bi rû ne û wiha axivî: "Piştî ku ji Qehreman re 7 sal cezayê girtîgehê hat birîn,  cara yêkem çarşema borî min pê re hevdîtin kir.  Pişt camê me hevdû dît. Bi hinceta nexweşiya koronayê nehiştin ku em rûbirû hevdîtin bikin. Daxwaza wî ew bû ku bi şêwazeke adîlane bê darizandin. Di heman demê de daxwaz kir ku CPT'î biçe girtîgehê û bi wan re hevdîtinê bike û ew cezayê ku ji wî re hatiye birîn bê betalkirin. Ji ber ku hikûmeta desthilatdar daxwazên wan pêk nayîne, dest bi greva birçîbûnê kirin. Wan dest bi greva birçîbûnê kirin da ku hikûmet dev ji kiryarên xwe yên antîdemokratîk berde û gav biavêje. "   BANGAWAZÎ   Berwarî, anî ziman  ku ew weke malbatên girtiyan piştgiriyê didin çalakiya girtiyan û wiha got: "Divê demildest daxwazên girtiyan bên bersivandin. Em heta dawiyê piştgiriyê didin çalakiya wan û bi wan re ne. Ji ber ku me piştevanî da birayê min pereyê kargeha me desteserkirin. Em weke malbata Qehreman ji rêxistinên mafê rojnamegeran daxwaz dikin ku li dijî vê rewşê bêdeng nemînin. Di rojên borî de, gelek rojnameger hatin binçavkirin û ev pêkanînên li dijî rojnamegeran li herêma Behdînan hê jî didomin. Mixabin ku desthilatdariyek Kurd vê tîne serê hemwelatiyê xwe."   'REWŞA WAN BER BI XETERIYÊ VE DIÇE'    Yek ji girtiyên di greva birçîbûnê de ye mamosteyê Dibistana Seretayî Bedel Abdulbaqî Barwary ê 56 saliye. Mamosta Barwary ji ber ku xwestibû her mehê mûçeyên wan bên dayîn tevlî çalakiya şermezarkirinê bibû û hatibû girtin.   Kurê Barwary, Arî Bedel Barwary derbarê rewşa bavê xwe de axivî. Barwary, da zanîn ku bavê wî bêsûc hatiye girtin û wiha got: “Rewşa wan her ku diçe ber bi xeteriyê ve diçe. Bavê min bêgûneh hat girtin. Tenê ji bo ku got, ‘em daxwaza mafê xwe dikin’ hat girtin. Daxwaziya wî ew bû ku hikûmet her mehê mûçeyên wan bide wan. Bavê min hatiye girtin heta niha 3 carin darizandina wî bi hincetên vala tê taloqkirin. Bavê min jî ji bo ku ev neheqî bi dawî bibe dest bi greva birçîbûnê kir. 3 roj beriya niha danişîna bavê min bû. Dadger jê re got, ‘em ê dadgeha te taloq bikin.’ Wî jî ji dadger re got, ‘ez ê dest bi rojiya mirinê bikim.’ Ev li dijî vê pergalê gazinceke. Bavê min ev sal û meheke di girtîgehê de ye û hîna jî bi awayek adîlane nehatiye darizandin. Ev cara sêyemîne ku dadgeha wî taloq dikin. Her carê jî bi hincetekî tê taloqkirin. Ji ber ku ev nêzikatiya dadgehê û hikûmetê qebûl nekir dest bi greva birçîbûnê kir.”   DARIZANDINEK ADÎLANE DIXWAZIN   Barwary, qala hevdîtinên bi bavê xwe re kir û wiha bilêv kir: “Bavê min salek û meheke girtiye, lê min tenê 2 caran wî ditiye. Di wan herdû caran de jî, derfetên me tunebûn ku em rewşa wan bipirsîn. Ji ber ku li ser serê me sekinî bûn û me nekarî em pirsekê jî jê bikin.    Bawary, xwest bavê wî bi awayekê adilane bê darizandin û wiha bi dawî kir: “Rewşa girtiyan a tendûristî û derûniyê xerabû ye. Pêwîste demeke nêz de bi awayekî adîlane bên darizandin. Ew dibêjin ku heta mafê wan ê darizandinê pêk neyê, ew ê dev ji grevê bernedin.”   MA /Zaynep Dûrgût