Doza Kobanê dest pê dike: Me bi hev re tarîtî têk şikand, em dikarin bi hev re ronahiyê jî bi dest bixin 2021-09-19 09:01:23 ENQERE - Dê danişîna 4'an a Doza Kobaniyê ku wekî "Doza Komployî" tê pênasekirin, dibê dest pê bike. Fîgen Yuksekdagê têkildarî dozê got: "Me bi hev re tarîtiyê têk şikand, em dikarin bi hev re ronahiyê jî bi dest bixin."  Danişîna 4'an a Doza Kobaniyê sibê dest pê dike. Di dosyeya dozê ya Dadgeha Cezayê Giran a 22'yan a Enqereyê de, 108 kes bi 29 sûcên cuda tên darizandin û dozger dixwaze 38 caran cezayê muebeda giran û 19 hear û 680 sal ceza li wan bê birîn.    Ji ber protestoyên 6-8'ê Cotmeha 2014'an ên li hemberî êrişên DAIŞ'ê yên li ser Kobaniyê, hevserokên giştî yên HDP'ê yên berê, endamên Desteya Rêvebir a Navnedî ya HDP'ê û rêvebirên HDP'ê jî di nav de li 108 kesan doz hatibû vekirin. Di danişîna herî dawî da Ayhan Bîlgen, Can Memîş, Berfîn Ozgu Kose, Cîhan Erdal, Zekî Çelîk, Îbrahîm Bînîcî, Emîne Ayna û Emîne Beyza Ustun hatibûn berdan. Piştî berdana van 8 kesan, hejmara kesên ji ber vê dozê girtî bû 20.    Beriya danişîna 4'an a dozê Hevseroka Giştî ya HDP'ê ya berê Fîgen Yuksekdagê, bi rêya parêzeran Doza Kobaniyê ji bo Ajansa Mezopotamyayê nirxand.    PEYAMA YUKSEKDAGÊ   Yuksekdag ev tişt gotin: "Operasyona daraza siyasî ya li hemberî HDP'ê bênavber didome. Doza girtinê ya li hemberî partiya me û Doza Kobaniyê stûna sereke ya dudoyan a vê operasyonê ye. Di Doza Kobaniyê de mafdariya dîrokî ya gelên Tirkîye, Kurdistan û Rojhilata Navîn û têkoşîna wan a li dijî hovîtiya DAIŞ'ê tê darizandin. Me ev têkoşîna mafdar û rasteqîn li hemû qadên jiyanê parast. Ji niha û pê ve jî çi li kursiyên dadgehê çi jî li platformên din, em ê bi hemû xwebaweriya xwe biparêzin.   EM DIKARIN BI HEV RE RONAHIYÊ BI DEST BIXIN   Kesên ji wan we ye ku dê qurbanan bikin kujer, mafdaran bikin neheq û bi navgînên zordariyê yên faşîst û manîpulasiyonên qirêj heqîqetê tarî bikin, dê bibînin ku pir dixafilin. Ez bawer dikim ku dê raya giştî ya demokratîk, gelên me, jin û ciwan, bi berxwedaneke demokratîk û ruhê piştevaniyê li ber Doza Kobaniyê helwesta xwe deynin. Me bi hev re tarîtiya ku li Rojhilata Navîn û Rojavayê li gelên me hat ferzkirin têk şikandin, em dikarin bi hev re ronahiyê jî bi dest bixin."   MA / Zemo Aggoz