Dê Apê Mûsa di 29'emîn salvegera koça xwe de bê bibîranîn 2021-09-19 09:01:09   AMED - Dê Apê Mûsa, di 29'emîn salvegera koça xwe de li cihê lê hat qetilkirin û li ser gora xwe bê bibîranîn.    Di ser qetilkirina Apê Mûsa (Mûsa Anter) ku di 20'ê Îlona 1992'yan de ji aliyê JÎTEM'ê ve hat qetilkirin, 29 sal derbas bûn. Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG), dê di 20'ê Îlonê de li Amed û Mêrdînê çalakiyên bibîranînê li dar bixe. Dê çalakiya bîranînê ya ewil li Kuçeya 442'yemîn a Taxa Cumhûriyetê yya Semta Seyrantepe ya Amedê bê lidarxistin. Bîranîn dê saet di 11.00'an de dest pê bike û dê Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên cvaka sivîk û rojnamevan tevli bîranînê bibin. Piştî merasîma li vir dê Anter saet di 15.00'an de li ser gora xwe ya li gundê Sitîlilê yê Nisêbîna Mêrdînê bê bibîranîn.    ‘BI SAYA MÎRASA WAN EM HATINE VAN ROJAN'    Hevserokê DFG'ê Serdar Altan, bibîr xist ku Mûsa Anter 29 sal berê li Amedê hatiye qetilkiri û got: "Di ser re sal derbas bûn, lê îqtidaran tim xwest vê qetilkirin û cinayetê di tarîyê de bihêlin. Ji bo vê jî çi ji destê wan hat kirin. Em çapemeniya azad, çapemenîya kurd ji bo di şexsê Apê Mûsa de hemû rojnamevanên şehîd bibîr bînin û wan ji bîr nekin û têkoşîna wan bidomînin, her sal hin xebatan dikin. Em her sal wan bibîr tînin. Em ê Apê Mûsa li Amedê li cihê lê hat qetilkirin û li Nisêbînê li ser gora wî, bibîr bînin. Çapemenîya azad bi saya mîrasa wan hatiye van rojan."    BANGAWAZÎ   Altan, ji bo çalakiyên bîranînê ku dê di 20'ê Îlonê de li Amed û Nisêbînê li dar bixin bang kir û got: "Em li benda beşdarbûyîneke xurt in. Em dixwazin komele, sazî, partiyên siyasî û nexasim jî rojnamevan wê rojê tevli bîranînê bibin."