Bêyî Îbrahîm Ayhan 3 sal: Di têkoşîna hevalên xwe de dijî 2021-09-19 09:00:56   RIHA - Zekiye Ayhan, dêya siyasetmedar Îbrahîm Ayhan ku 3 sal berê li sirgûnê jiyana xwe ji dest da, anî ziman ku kurê wê di têkoşîna ku hevalên wî didomîn de dijî. Hevjîna wî Rezan Ayhan jî bilêv kir ku tevgera kurd û têkoşîna jinê bi wî nas kiriye.    Îbrahîm Ayhan ku serdemekê parlementerê Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) û du serdeman jî Parlementerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Rihayê bû, di 20'ê Îlona 2018'an de li bajarê Hewlêrê yê Herêma Kurdistana Federe ji ber qeyrana dil jiyana xwe ji dest dabû.    Dêya wî Zekiye Ayhan (70), birayê wî Aydin Ayhan (45) û hevjîna wî Rezan Ayhan di 3'yemîn salvegera koça Ayhan de behsa wî kirin.    Dayik Zekiye Ayhan, anî ziman ku kurê wî tim têdikoşiya û rêya wî û ya hevalên wî rêyeke rast e. Ayhan, bilêv kir ku kurê wê tenê ne ji bo malbata xwe ji bi gel jî roj 24 saetan dixebitî. Dayik Ayhan, diyar kir ku rojekê jî kes ji ber kurê wê nerihet nebûye û got: "Kesekî sakîn bû, dizanibû çi dike. Bi salan têkoşiya. Rojekê jî negot 'çima ev qas zehmetiyê dikişînim?' Hez dikir ku li hemberî zehmetiyan bitêkoşe. Gava zarok bû jî û gava mezin bû jî hesabê ku dê têkoşîneke çawa bike dikir. Li dibistanê zîrek bû, rojekê jî em neêşandin."    ‘LI KURDISTANÊ KOÇA DAWÎ KIR'    Dayik Zekiye got: "Tim ji min re gotinên xweş digotin. Ji min re tim digot bitêkoşe. Gava li ber diketim, min digot 'bes e, li mala xwe rûnê.' Ji min re digot, 'Ez ji vê rêyê, ji vê têkoşînê hez dikim.' Tu carî paş de gav neavêt. Gava hat girtin jî hişê wî li ser gel bû. Gava diçûm girtîgehê cem wî, ji min re digot 'Ji gelê Sêwregê re bibêje bila ranezên, bila bitêkoşin.' Gava ceza lê hat birîn, cardin dev ji axa xwe berneda, çû Kurdistanê û li Kurdistanê koça xwe ya dawî kir."    ‘MIN DU EGÎD DAN VÊ TÊKOŞÎNÊ'    Dayik Ayhan, destnîşan kir ku kurê wê niha di têkoşîna hevalên xwe de dijî û got: "Niha zext û zorî hene, lê dawiya her tengasiyê firehî ye. Dê ev roj biqedin. Îbrahîm pir westiya û dilê wî hew deyax kir. Beriya Îbrahîm jî di sala 1996'an de min keça xwe Yildizê da vê têkoşînê. Min hestiyên wê jî nedîtin. Min du egîd dan vê têkoşînê. Heya sax bim, ez bi têkoşîna wan re bim û dev jê bernedim."    CIHÊ MORALÊ BÛ   Bira Aydin Ayhan jî anî ziman ku hê jî birayê xwe ji bîr nekiriye û wî tim bi têkoşînê bibîr tîne.    Bira Ayhan, destnîşan kir ku tim ehlê başiyê bû û behsa bîranîneke xwe û birayê xwe kir: Di 1993'yan da gava lê digeriyan, bi şev hat malê. Wê demê, demeke ku cinayetên kiryar nediyar pir çêdibûn. Em li heman odeyê radiketin. Me dît hin kes li ser banê me dimeşin, hîn wisa me dît deriyê me vebû. Li ber derî 50-60 tîm hebûn. Ez, dêya min û kekê min em bi hev re hatin binçavkirin. Piştî 8 rojên binçavan ên li Sêwregê dêya min hat berdan, min û birayê min jî birin Midûriyeta Polîsan a Rihayê. Ji ber ku ez jê biçûktir bûm, tim tahde li wî dikirin. Em bêjin saetekê ez îşkence dikirim, ê wî 4-5 saetan. Cihê em lê dimen bi hev ve bûn. Çendî dihat îşkencekirin jî, dîsa moralê min xweş dikir. Digot, 'dê ev derbas bibin.' Em 15 rojan li ir man û paşê me sewqî dadgehê kirin û berdan."    ‘ÇI KIR JI BO GELÊ XWE KIR'    Bira Ayhan, anî ziman ku ji ber ku birayê wî di nav têkoşînê de bû pir li cem hev du nemane û got: "Ji lew re qet li malê nedima. Hema bibêje em mehekê li ser hev li cem hev du nemane. Ew tim li derve bû û di nav têkoşînê de bû. Jiyana wî têkoşîn bû. Min pir dixwest wî wekî kekê xwe hîs bikim, lê xwe fidayî gelê xwe kiribû. Di dema pêvajoya Kobaniyê de, navbera mala wî û sînor 20-25 deqe bû, lê li sînor di hundirê wesayîtê de radiket. Bi mehan nehat malê. Birayê min li vê herêmê ji bo gelê xwe lehengek bû. Çi kir, ji bo gelê xwe kir û ji bo gelê xwe şehîd ket. Ne mirovekî ku bê jibîrkirin, em malbata wî em ê tim bi têkoşîna wî re bin."    'MIN BI WÎ RE DA SER RÊYA DIKIRÊN KU MIN BI WAN NIZANIBÛ'   Îbrahim Ayhan, di 1993'yan de bi Rezan Ayhanê re zewiciye ku gava li Zanîngeha Yuzuncu Yil a Wanê xwendekar bûye hev du nas kirine.    Rezan Ayhan, bilêv kir ku hevjînê wê di dema zanîngehê de jî di nav têkoşînê de bûye û got: "Di warê rêxistinbûyîna xwendekaran de dixebitî. Pwêendiya wî û gelê Wan pir baş bû. Pir zû pêwendî bi mirovan re datanî. Li zanîngehê her kes jê hez dikir, dixwazî fikirên wan çi dibû bila bûbûna."    Ayhan, anî ziman ku ji hevjînê xwe hîn têkoşînê bûye û got: "Min bi wî tevgera kurd û têkoşîna jinê nas kir. Bi wî re min da ser rêya fikirên ku min qet bi wan nizanibû. Pir hez dikir pirtûkan bixwîne. Her tim li zanîngehê di berîka wî ya paş de yan kovarek an jî di bin qazaxê wî de pirtûkek hebû. Bê pirtûke nedigeriya, heya pirtûk nexwendana ranediket."    Hevjîn Ayhan, diyar kir ku çendî di ser koça wî re 3 sal derbas bûbûn jî, ji bo wê hê jî wekî nû koç kiribe û got: "3 sal in min ne ev pêvajo qebûl kir ne jî hîn bûm. 3 sal in bi şev û biroj heman xemgînî xwe li me digire. Dixwazim sedema wê ji kesên ev êş li me peyde kirin bipirsim. Çima we ew ji me veqetand? Ev encam, hestên hovane yên pergalê yên li ser mirovan e. Hestên hovane, îro musebibê tiştên tên serên zarokê me. Tenê ne ew, yên bi wî re dijîn hemû tên cezakirin. Êdî bila mirov aram bin û bi awayekî aştiyane bijîn. Bila tu kes ji malbat û hezkiriyên xwe dûra, li sirgûnê jiyana xwe ji dest nede."    MA / Emrûllah Acar