Dê di roja 200'emîn a têkoşîna ji bo edaletê de 200 parêzer biçin ber edliyeyê 2021-09-19 09:00:44   RIHA - Dê di roja 200'emîn a nobeta edaletê de 200 parêzer piştgiriya Emîne Şenyaşarê bikin. Parêzerên ku dê kursiyê deynin, dê behsa têkoşîna hiqûqî mala Şenyaşaran bikin û dê ji bo hevdîtinê biçin cem serdozger.    Dê heyeteke ku ji 200 endam û rêveberên Komeleya Hiqûqnasan a Ji Bo Azadiyê (OHD) û Komeleya Hiqûqnasan a Hevdem (ÇHD) pêk tên, di roja 200'emîn a Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşarê de piştgiriya malbatê bikin.    "Nobeta Edaletê" ya Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar a li ber Edliyeya Rihayê her diçe didome. Dê di 24'ê Îlonê, 200'emîn roja nobetê de 200 parêzer biçin cem malbatê û daxwaza malbatê ya ji bo edaletê bilêv bikin. Serokên giştî yên OHD û ÇHD'ê jî di nav de bang li 20 baroyan hat kirin. Parêzerên ku dê di roja 200'emîn a nobetê de tevli nobeta edaletê bibin, dê li ber avahiya edliyeyê kursiyê denin. Piştî axaftina beşdaran û parêzerên malbatê, dê 200 parêzer bi hev re çalakiya rûniştinê li dar bixin û paşê heyetek ji bo hevdîtinê biçe cem Serdozgerê Komarê yê Rihayê ku hevdîtinê bi malbatê re nake.    ‘KOMKUJIYA SEREKE LI NEXWEŞXANEYÊ HAT KIRIN'    Ferît Şenyaşar diyar kir ku beriya komkujiyê jiyaneke wan a aram hebû û got: "Beriya ev bûyer bê serê me, ne qereqol, ne dadgeh daxilî jiyana me nebûbûn. Parlementerekî îqtidarê ji bo gel biçewisîne, kargeha me kir hedef. Bi dehan kesan êriş anîn ser kargeha me. Ez û birayên xwe hemû bi giranî birîndar bûn. Êriş li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê dewam kirin. Parlementer Yildiz di dema êrişa li kargehê tune bû, lê organîzatorê sereke yê komkujiya li nexweşxaneyê Yildiz û birayê wî Celal Yildiz e. Derbarê tiştên li kargehê qewimîn doz hat vekirin û biryareke cihê nîqaşê ye, hat dayîn."    Şenyaşar, bilêv kir ku birayê wî Fadil Şenyaşar ku zêdetirî 3 sal in li Girtîgeha Xarpêtê bi tena serê xwe di hucreyekê de ye xweparastin kiriye, lê belê hatiye cezakirin û got: "Bi biryareke siyasî bi awayekî bêhiqûqî 37 sal û 9 meh ceza li birayê min birîn. Ji hêla din jî bi awayekî sembolîk 8 sal ceza li biraekî wekîl birîn. Komkujiya mezin li nexweşxaneyê hat kirin. Li ber çavên dêya min bavê min lînckirin û kuştin. 3 sal û 3 meh di ser re derbas bûn, lê hê jî lêpirsîn nehatiye kirin û li ser lêpirsîn biryara veşarî heye. Niha Serdozgerê Komarê sûcê li hemberî mirovahiyê dike."    NOBETA EDALETÊ   Şenyaşar destnîşan kir ku Nobeta Edaletê ya li ber Edliyeya Rihayê dane destpêkirin di roja 195'an de ye û got: "Lê ev têkoşîna me 3 sal in didome. Beriya em li vir rûnên em çûn Enqereyê. Me hevdîtin bi serokên giştî yên partiyên siyasî, rêxistinên demokratîk û wezîran re kir. Her kes qebûl dike ku li nexweşxaneyê komkujiyek hatiyye kirin. Çendî rayedar hay ji vê komkujiyê hene jî, tiştekî nakin. Her kes jê direve. Bersiveka wan a hiqûqî tune ye ku bidin me. Êdî her kes hay ji vê komkujiyê heye. Ev komkujî tenê ne li hemberî me, li hemberî her kesî hatiye kirin. Rayedar gavina navêjin jî, lê lêgerîna me ya ji bo edaletê li bara gel chê xwe dîtiye. Rayedar dê nikaribin êdî xwe li bêdengiyê deynin."    Her wiha Şenyaşar bal kişand ser zext û zoriyên di dema Nobeta Edaletê bi wan re rû bi rû mane jî.    ‘VÊ CARÊ DÊ SERDOZGER NIKARIBE XWE BIDE ALÎ'   Şenyaşar, ji bo piştgiriya ji bo nobeta wan jî bilêv kir ku her roj derdorên cuda tên serdana û têkoşîna ku bi du kesan dane destpêkirin her diçe mezintir dibe.    Şenyaşar, bibîr xist ku hindik mayye 200 rojên çalakiya wan biqede û got: "Em ê di 24'ê Îlonê de tevî 200 parêzerî bang li hemû kesên xwedî wijdan bikin. Em ê doza hevdîtinê li serdozger bikin ku berê hevdîtin b-qebûl nekir. 10 serokên baroyan ku hatibûns erdana me doza hevdîtinê li serdozger kiribûn, lê belê daxwaza wan hatibû redkirin. Lê dê vê carê serdozger nikaribe xwe bide alî. Em ê tevî 200 parêzerî bibêjin an edaletê pêk bînin an jî îstifa bikin."    SEMBOLA EDALETÊ   Şenyaşar bang li hemû parêzeran kir ku di 24'ê Îlonê de li bên ber Edliyeya Rihayê û got: "Her kes xwedî li doza me derket, lê ya ku dê vê zilm û bêhiqûqîtiyê ji holê rake parastin e. Dê kesên parastinê diparêzin, li ber vê zilmê xwe li bêdengiyê daneynin. Em ê bi wan re bin. Ez wisa bawer dikim ku dê di roja 200'emîn a nobeta me ya edaletê li cem me bin. Dêya min bû sembola kesên doza edaletê dikin. Her diçe nexweşînên wê zêde dibin. Êdî dêya min dixwaze li malê bi êşên xwe re rû bi rû bimîne. Heya birayê min ê girtî (Fadil) neyê berdan, dê dêya min nikaribe li ser êşa xwe hûr bibe. 3 sal û 3 meh in dêya min reş girêdaye, ji lew re hê jî komkujî bi destê darazê didome. Dêya min êdî dixwaze şîna xwe deyne. Lê nahêlin dêya min li ser êşa xwe hûr bibe. Em ê bi parastinê re ji vê re bibêjin êdî bes e. Gava ev têkoşîn biqede, dê ji bo hemû kesên doza edaletê dikin bibe têkoşîneke emsal."    MA / Emrûllah Acar