ROJEVA 19'Ê ÎLONA 2021'Ê 2021-09-19 09:00:04   * Dê di roja 200'emîn a nobeta edaletê de 200 parêzer piştgiriya Emîne Şenyaşarê bikin. Parêzerên ku dê kursiyê deynin, dê behsa têkoşîna hiqûqî mala Şenyaşaran bikin û dê ji bo hevdîtinê biçin cem serdozger.    * Zekiye Ayhan, dêya siyasetmedar Îbrahîm Ayhan ku 3 sal berê li sirgûnê jiyana xwe ji dest da, anî ziman ku kurê wê di têkoşîna ku hevalên wî didomîn de dijî. Hevjîna wî Rezan Ayhan jî bilêv kir ku tevgera kurd û têkoşîna jinê bi wî nas kiriye.    * Dê Apê Mûsa, di 29'emîn salvegera koça xwe de li cihê lê hat qetilkirin û li ser gora xwe bê bibîranîn.    * Dê danişîna 4'an a Doza Kobaniyê ku wekî "Doza Komployî" tê pênasekirin, dibê dest pê bike. Fîgen Yuksekdagê têkildarî dozê got: "Me bi hev re tarîtiyê têk şikand, em dikarin bi hev re ronahiyê jî bi dest bixin."    5* Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya Malbata Şenyaşar wê di roja 195'emîn de li ber Edliyeya Rihayê berdewam bike.    * HDK dê li Navenda Çandê ya Şîşlî Nazim Hîkmet a Stenbolê panela bi navê "Li Tirkiyeyê Rejîma Qeyûm û Mafê Rêveberiya Xweser" li dar bixe. (10.00-18.00)   * TJA, li Taxa Gazî ya navçeya Sûltangazî ya Stenbolê, bi dirûşmeya "Em li dijî qirkirina jinan, nîjadperestî, şer û tecrîdê ber bi azadiyê ve dimeşin" wê bi jinan re bicive. (14.00)