Lahûr Şêx Cengî: Divê kujerên Bulut bên girtin 2021-09-18 16:41:37   NAVENDA NÛÇEYAN - Lahûr Şêx Cengî yê ku konê şîna Yasîn Bulut ziyaret kir, bang li hêzên ewlekariyê kir ku kujeran bibînin û bigirin.   Ji bo endamê Komîteya Piştevanî û Malbatên Şehîdên PKK'ê Yasîn Bulut ê di encama êrişeke çekdarî de li bajarê Silêmaniyê yê Herêma Federe ya Kurdistanê jiyana xwe  ji dest da, konê şînê hat vedan. Hevserokê  Giştî yê Yekîtiya Nîştimana Kurdistanê (YNK) ê ji peywirê hat dûrxistin Lahûr Şêx Cengî, konê şînê ya ji bo Bulut hat danîn ziyaret kir û sersaxî xwest.    Cengî, bang li hêzên ewlekariyê  kir ku tavilê qatilan bigirin kir û wiha got: "Mixabin ev karesatek mezine. Ez bi tûndî şeremzar dikim. Hêvîdarim saziyên îstîxbaratê demek zû de van kesan bigirin. Silêmanî hertim bûye dergûşa Kurdên her çar parçeyên Kurdistanê. Hêvî dikim ev rewşa xwe dewam bike.”