Cezayê hefsê li redkarê wijdanî Aksû hat birîn 2021-09-18 16:16:25   SÊRT - Bi îdiaya “Li dijî qanûna eskerî muxalefetê dike” 18 meh cezayê hefsê û 10 hezar lîre jî cezayê pere li aktivîstê mafên mirovan û redkarê wijdanî Zana Aksû hat birîn.    Danişîna doza derbarê aktivîstê mafên mirovan û redkarê wijdanî Zana Aksû yê bi îdiaya “Li dijî qanûna eskerî muxalefetê dike” tê darizandin de duh li Dadgeha Cezayê Sûlhê ya Dihê hat dîtin. Di danişîna ku Aksû û parêzerê wî tevlî bûn de, dadgehê 18 meh cezayê hefsê û 10 hezar lîre jî cezayê pere li Aksû birî.   Aksû yê biryar nirxand, diyar kir ku divê li Tirkiyeyê qanûna reda wijdanî hebe û wiha got: “Ez naxwazim di nava artêşa tirk an jî arteşeke bi zorê leşkeriyê ferz dike de cih bigirim. Min beriya niha beraet kiribû. Di vê doza dihatim darizandin de ceza li min birîn. Nikarin min bi cezayan bi tepisînin û paşve gavê bidin avêtin. Hewce bibe ez ê bikevim girtîgehê jî.”    Aksû, destnîşan kir ku felsefa wî ya ewil jiyandin e û da zanîn ku wê li dijî mîlîtarîzmê tekoşîna wî bidome.