AYM’ê girtina Rojnameya Ozgur Gundmê li dijî Destûra Bingehîn dît 2021-09-18 15:50:09 STENBOL - Dadgeha Qanûna Bingehîn derbarê girtina bi KHK’ê ya Rojnameya Ozgur Gundemê de biryara “binpêkirinê” da û girtina rojnamê li dijî Destûra Bingehîn dît.      Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) sedema biryara "binpêkirinê" ya der barê girtina demkî ya Rojnameya Ozgur Gundemê de, ku bi Biryarnameya bi Hukmê Qanûnê (KHK) hat girtin de dabû, eşkere kir.   AYM’ê girtina rojnamê, weke binpêkirina mafên “îfade” û “azadiya çapemeniyê” yên madeyên 26 û 28 a Destûra Bingehîn dît. AYM’ê di hinceta biryara xwe de, bi bîr xist ku biryarname di çarçoveya Rewşa Awarte (OHAL) a piştî hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmehê hatin îlankirin de, hatiye derxistin û  girtina rojnameyê bi sedema daxwaza îlankirina Rewşa Awarte ve girêdayî nîne.