‘Divê mafê jiyanê yê girtiyan were parastin’ 2021-09-18 15:49:19 STENBOL / ENQERE - Di daxuyaniyên li Stenbol û Enqereyê bi daxwaza girtiyên nexweş werin berdan, hatin kirin de bal kişandin ser rewşa girtiyên nexweş Îslam Îverendî û Bulent Mengeş.    Di daxuyaniyên li Stenbol û Enqereyê têkildarî girtiyên nexweş hatin lidarxistin de, hat xwestin ku girtiyên nexweş bên berdan. Înîsiyatîfa Ji Girtiyên Nexweş re Azadî ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş di hefteya 367’emîn a çalakiya xwe de li Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Enqereyê civîna çapemeniyê li dar xist. Di civînê de Endamê Komîsyona Girtîgehan ê Şaxa ÎHD’ê ya Enqereyê Parêzer Omer Farûk Yazmaci rewşa tenduristiya girtiyê nexweş Îslam Îverendî (25) yê li Girtîgeha Akçadaga Meletiyê ya Tîpa T dimîne, vegot.    ‘SEWQÎ NEXWEŞXANEYÊ NAYÊN KIRIN’   Yazmaci, diyar kir ku Îverendi beriya 5 mehan ji Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê sewqî Girtîgeha Tîpa T a Akçadag a Meletiyê bû û wiha got: “Dema ku ew li derve bû, di sala 2010'an de bi nexweşiya Hepatît-B’yê ket û ji ber kezeb pirsgirekeke mezin a tenduristiyê jiyaye.” Yazmacî diyar kir ku piştî pêşketina nexweşiya wî emeliyata neqla kezebê hatiye kirin û wiha berdewam kir: “Di şert û mercên girtîgehê de tenduristiya wî dîsa xera bûye. Ji ber neqla kezebê ji sedî 70 astengdar e û rapora ku nikare di girtîgehê de bimîne heye, lê ev rapor jî li ber çav nayê girtin. Li girtîgehê dikare di nava 5-6 mehan de biçe muayeneyên. Sewq nayên kirin. Dema ku ew daxwaza sewqê tê kirin, bersiv pir dereng tê dayîn.”   ‘FERZKIRINA LÊGERÎNA TAZÎ’   Yazmaci, bi lêv kir ku Îverendî di nameya ku ji wan re şandî de ragihandiya ferzkirina lêgerîna tazî li wan tê kirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji ber ferzkirina lêgerîna tazî qebûl nekiriye rojekê cezayê hucreyê dane wî û diyar dike ku heke ferzkirina lêgerîna tazî berdewam bike ne gengaze ku biçe nexweşxaneyê.”   ‘DIVÊ MAFÊ JIYANÊ WERE PARASTIN’   Yazmaci, bang kir ku Îverendî ji ber nexweşiyên xwe negirtî were darizandin, di şertên guncav de tedawiya were kirin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Divê pêwistiya rapora ji aliyê nexweşxaneyê ve hatiye dayîn ku nikare di girtîgehê de bimîne, bi cih were. Divê pêkanînên ferzkirina lêgerîna tazî ku li dijî rûmeta mirovahiyê ye bên bidawîkirin, hemû astengiyên li pêş mafê xwegihandina tenduristiyê divê bê rakirin û mafê jiyanê were parastin.”   STENBOL   Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê çalakiya xwe ya “Rûniştina F” a 495’emîn ku balê dikişînin ser rewşa girtiyên nexweş ji ber şewba vîrûsa koronayê bi awayekî online li dar xist. Di vê rûniştinê de bal kişandin ser rewşa girtiyên nexweş Bulent Mengeş ê li Girtîgeha Kirklareliyê ya Tîpa E dimîne. Endama Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’ê Hatîce Onaran daxuyanî xwend.    TUNDÎ LÊ TÊ KIRIN   Onaran, diyar kir ku tedawiya Menteş ê beriya 9 salan hatiye girtin ku ji tiryakê xelas bibe hatibû destpêkirin di nivî de maye. Onaran, bi lêv kir ku pirsgirêkên psikolojik ên Menteş her ku diçe zêde dibin û wiha got: “Ji ber psîkolojiya wî xerabeye û bi awayekî ne rewa tevdigere cezayê dîsîplînê jê re tê dayîn û ji aliyê girtiyên din û peywîrdarên girtîgehê ve rastî zext û tundiyê tê.”   BANG LI RAYEDAR Û RAYA GIŞTÎ KIR   Onaran, xwest ku şopandina tedawiya Menteş were kirin û wiha axivî: “Divê zext û tundiya girtî û personêlê girtîgehê li Menteş dike demildest bi dawî bibe. Derbarê van kesan de lêpirsîn were destpêkirin. Em weke parazvanên mafên mirovan dixwazin ku hemû astengiyên li pêş mafên tenduristî û tedawiyê bên rakirin û ji bo mafê tenduristî û jiyanê were parastin hemû rayedaran vedixwînin peywîrê û rayagiştî jî vedixwînin hestiyariyê.”