Dayika Devrîm Ayik: Naxwazim cenazeyê lawê min derkeve 2021-09-18 15:25:24 ÎZMÎR - Hulya Ayik, dayika girtiyê nexweş Devrîm Ayik derbarê tenduristiya lawê xwe de agahî da ÎHD’ê û daxwaza berdanê kir û got ew ji jiyana kurê xwe bi fikar e.  Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Îzmîrê têkildarî rewşa tenduristiya rojnamevan Devrîm Ayik ku li Girtîgeha Eskîşehîrê ya Tîpa H dimîne, li ber Sumerbanka Berê ya Konakê daxuyanî da. Rêveberê İHD'ê yê Îzmîrê Ahmek Çîçek diyar kir ku Devrîm Ayik ji ber nexweşiyên xwe di navbera salên 2017-2021'an de 4 caran hatiye berdan û hatiye girtin.    JI REWŞA LAWÊ XWE BI FIKAR E   Çîçek diyar kir ku Ayik di girtina xwe ya ewil a sala 2017’an de nexweşiya wî ya kronê ya giran (iltîhaba rûviyan) hebû û beriya ew bê girtin beşek ji roviya wî jê kiribûn. Çîçek got nxweşiya wî nîvco maye û nayê dermankirin. Çîçek destnîşan kir ku Hulya Ayik, dayika girtiyê nexweş Devrîm Ayik derbarê tenduristiya lawê xwe de agahî daye wan û dayika wî daxwaza berdana lawê xwe dike û gotiye ew ji jiyana kurê xwe bi fikar e û naxwaze cenazeyê lawê wê ji girtîgehê derkeve. Çîçek anî ziman ku ew daxwaz dikin ku Devrîm Ayik demildest were berdan.