Li Dîlokê zarokek hat kuştin 2021-09-18 15:06:56   DÎLOK - Di şerê navbera du koman de ku li navçeya Şehîtkamîla Dîlokê qewimî Hasan Altun ê 16 salî hat kuştin.   Li taxa Karacahmet a Navçeya Şehîtkamîla Dîlokê di şerê navbera du koman de ku qewimî Hasan Altun ê 16 salî bi kêran hat kuştin. Altun ê ku di şerê nayê zanîn bi çi sedemê derketiye de bi giranî birîndar bû, bi ambulansa ku hat cihê bûyerê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Şehîtkamîlê. Tevî mudaxileyan jî Altun nehat rizgarkirin û cenazeyê wî rakirine Saziy Tiba Edlî ya Rihayê. Hat zanîn ku cenazeyê Altun wê li gundê Çavşaka bi ser navçeya Hewenga Rihayê ve were veşartin.