Ahmet Gurdegîr ê bi îşkenceyê hatibû binçavkirin hat girtin 2021-09-18 14:37:06   ÇEWLIG - Ji malbata Gurdegîr ku li Çewligê polîsan bi ser malên wan de girtibûn û ew îşkencekiribûn, yek jê hat girtin.    Polîsan di 14’ê îlonê de bi ser malên Ahmet Gurdegîr (34), Hatun Gurdegîr (65) û Ertan Gurdegîr (45) ên li gundê Kadîmadrak a bi ser navenda Çewligê dijîn de girtibûn. Di serdegirtinê de Ahmet Gurdegîr ê di serdegirtina 30’ê tebaxê de hatibû binçavkirin û bi şertê kontrola edlî hatibû berdan û Bermal Gurdegîr û Azad Gurdegîr hatibûn binçavkirin. Her sê kesên ku li Miduriyeta Polîsan a Çewligê kirariyên îfadeyên wan temam bûn, duh sewqî dozgeriyê hatin kirin. Bermal û Azad ên piştî dozgeriyê, li dadgehê îfadeyên wan hatin girtin bi şertê kontrola edlî hatin berdan û Ahmet Gurdegîr jî bi îdiaya “alîkariya rêxistinê kiriye” hat girtin.    ÇI QEWIMÎ BÛ?   Di 24’ê tebaxê de li Stenbolê Sonûç Gurdegîr, di 29 û 30’ê tebaxê de jî bi serdegirtina du gundên cuda ên Çewligê Ozge, Prenses, Ahmet, Menfiye û Ertan Gurdegîr û Mehmet Gûyûldar hatibûn binçavkirin. Piştî kirariyên îfadeyan Ahmet û Menfiye Gurdegîr bi şertê kontrola edlî hatibûn berdan. Sonûç, Ozge, Prenses û Ertan Gurdegîr û Mehmet Gûyûldar jî hatibûn girtin.    Şaxa ÎHD’ê ya Amedê derbarê serdegirtina malan a malbata Gurdegîr û îşkence û mûameleya nebaş a di binçavan de li wan hatibû kirin de rapor amade kiribû.