Wî li Torosa Spî siwar kirin û carek din agahî jê nehat girtin 2021-09-18 13:58:16 STENBOL - Dayikên Şemiyê li aqûbeta Mehmet Zafer Demîrkiran ê 26 sal berê li Torosa Spî siwar kirin, hat windakirin pirsîn û xwestin aqûbeta wî were zelalkirin.    Dayikên Şemiyê di hefteya 860’emîn de li aqûbeta windayan pirsîn û xwestin kujer werin cezakirin. Dayikan vê hefteyê jî bi rêya online çalakiya xwe li dar xistin û li aqûbeta Mehmet Zafet Demîrkiran ê di 12’ê Îlona 1995’an de li navçeya Rezanê ya Amedê li mala xwe hat binçavkirin û pişt re hat windakirin pirsîn.    Di çalakiyê de ewilî kekê Demîrkiran, Sebahattîn Demîrkiran axivî.    ‘LI CEM DAYIKA MIN HAT BINÇAVKIRIN’   Demîrkiran anî ziman ku birayê wî li malê hat binçavkirin û wî winda kirin û got: “Wê demê lêgerînên me yên cidî hebûn. Dema ku birayê min li cem diya min hat binçavkirin, ew kesên ji xwe re digotin polîs, bi hev re wek “eleman” xîtabî hev dikirin. Van kesên rûpoş û çekdar kabloyên telefonê jî birîbûn.”    Demîrkiran diyar kir ku bavê wî tevî ku li hemû qereqolên polîsan geriyaye jî birayê wî nehatiye dîtin û got: “Paşê, kesên ku bi bavê min re têkilî danîn gotin ku birayê min li eskeriyê ye. Li wê yekîneya leşkeriyê endamên JÎTEM’ê hin tiştên îllegal bi rê ve dibirin.”    KESÊ ÇÛ CEM DAYIKA WÎ ENDAMÊ JÎTEM’Ê BÛ    Demîrkiran derbarê kesê bi navê “Şehmus” li qereqolê hat cem dayika wî û bi dayika wî re axivî ye wiha got: “Em paşê hîn bûn ku Şehmus di encama îtîrafên Abdûlkadir Aygan li xwe mikûr hatiye û bûye kujer. Şehmus kujerekî bêrehm bû. Şehmus yek ji serkêşê vê çerxê bû. Gelek kesên bi vî rengî berê li vir dixebitîn. Ev di odeyên kozmîk ên dewletê de têne zanîn. Ez hêvî dikim ku ev di pêşerojê de derkevin holê. Lêgerîna me ya edalet û heqîqetê dê bidome.”    ‘BILA AQÛBETA WINDA WERE ZELALKIRIN’    Daxuyaniya vê hefteyê jî Mirova Şemiyê Cîhan Kaplan xwend û bi bîr xist ku lêgerîna wan edalet û heqîqetê di hefteya 860’emîn de ye û ew dikin û nakin nikarin xwe bigihînin edalet û heqîqetê.    Kaplan da zanîn ku ew vê hefteyê li aqûbeta Mehmet Zafer Demîrkiran dipirsin û bal kişand ser çîroka windakirina wî. Kaplan destnîşan kir ku ew bavê 5 zarokan bûye û ji aliyê kesên ku xwe wek polîs dane nasîn ve hatiye revandin. Kaplan da zanîn ku Demîrkiran di bin navê “dê îfadeya wî bigirin û berdin” de li Torosa Spî siwar kirine û kesên bi ser malê de girtine jî kabloyên telefona malê birîne. Kaplan destnîşan kir ku tevî hemû hewldanên malbatê û ÎHD’ê jî Demîrkiran 26 sal in nehatiye dîtin û xwest aqûbeta wî were zelalkirin.