Ji bo mîtînga 'Dem dema azadiya jinê ye' bang kirin 2021-09-18 13:37:26 MÊRDÎN - TJA'yê, ji bo tevlîbûna mîtînga "Dem dema azadiya jinê ye" ya di 16'ê Cotmehê de, li Qada Îstasyona Amedê li dar bixe, li Mêrdînê bang li hemû jinan kir.    Tevgera Jinên Azad (TJA) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), wê di 16'ê Cotmehê de, bi dirûşmeya "Ji nîjadperestî û zayendperestiyê re êdî bes e. Dem dema azadiya jinê ye" li Amedê mîtînga herêmê li dar bixin. TJA'yê starta xebatên mîtîngê li Mêrdînê da.  Derbarê mijarê de li avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Mêrdînê daxuyanî hat dayîn. Meclîsa Jinan a HDP’ê, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Dayikên Aştiyê beşdarî daxuyaniyê bûn. Metna daxuyaniyê ji aliyê berdevka TJA’yê Eylem Amak ve hat xwendin.    'WERIN EM BÊJIN AZADÎ   Eylem Amak di destpêka axaftina xwe de bal kişand li ser polîtîkayên taybet ên şer û got. "Jin di aliyê nîjadperestî, zayendî û siyasî de bi êrişan re rûbirû dimînin. Bi taybet ciwanên me di hedefê de ne. Li Mêrdînê di rojên dawî de hejmara bûyerên îstismar, fihuş, tiryak, windabûn û xwekuştina ciwanan gelek zêde bûne. Ji bo em ji hemû cure êrişan re bêjin êdî bese werin em bi hev re bêjin azadî. Dem dema azadiyê ye.”   Hevseroka HDP’ê ya Mêrdînê Perîhan Agaoglu jî, bal kişand li ser giringiya beşdarbûna meşê û got: “Em jin û ciwan pêwîste seknekî xurt li dijî nîjadperestî û zayendperestiyê nîşa bikin. Di 16'ê Cotmehê de li qada îstasyonê em beşdarî çalakiyê bibin."   Daxuyanî bi lêxistina çepikam û berzkirina dirûşmeya "Jin jiyan azadî" bi dawî bû.