Kesên di şermezarkirina DEDAŞ’ê de hatibûn binçavkirin, hatin berdan 2021-09-18 12:41:17 AMED - Li navçeya Lîcê, 7 kesên bi hinceta tevlî şermezarkirina ekîbên DEDAŞ’ê yên xwestin saetên ceyranê bi dîrekan ve bikin bûne, hatibûn binçavkirin, serbest hatin berdan.     Li navçeya Lîcê ya Amedê, ekîbên Şîrketa Belavkirina Ceyranê ya Dîcleyê (DEDAŞ), di 15’ê Îlonê dexwestin saetên ceyranê bi dîrekan ve bikin. Lê welatiyan ekîb bi bertekên cuda şermezar kirin. Polîsan rojek şûnde, bi hinceta beşdarî şermezarkirinê bûne, bi ser malên Bayram Aygurt, Ferît Doman, Ferdî Erdînç, Reşat Taşdemîr, Arîf Bozkûş, Kadîr Doster û Yilmaz Şanli de girtibûn û binçav kiribûn. Polîsan 7 kesên birin Miduriyeta Polîsan a Lîcê, duh bi şev sewqî edliyê kirin. 7 kesên ku îfade dan, serbest hatin berdan.