Mûsa Orhan şahid anîn dadgehê! 2021-09-18 12:01:29 ÊLIH - Parêzer Rengîn Ergul, diyar kir ku di doza Îpek Er de, dadgeh bêbandor û pasîfe. Ergul, anî ziman ku Mûsa Orhan şahidên îfadeyên bi nakok dan, anîn danişînê.    Danişîna 4’emîn a doza bi sûcdariya “êrişa zayendî ya biwesf” a derbarê çawîşê pisgor Mûsa Orhan ê li Sêrtê tecawîzî Îpek Er kiribû û bibû sedem ku întîhar bike de hatibû vekirin, di 16’ê Îlonê de li 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Sêrtê hat dîtin.    Di danişînê de, dozger xwest ku Mûsa Orhan bi sûcdariya “êrişa zayendî” bêcezakirin û girtin. Lê şandeya dadgehê, hem daxwaza dozger û hem jî daxwaza parêzeran a girtina Orhan red kir.    Ji parêzerên dozê Sekretera Giştî ya Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) Rengîn Ergul, derbarê dozê de, ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivî.    DADGEHEK PASÎF Û BÊBANDOR E    Ergul, doz ne wekî dosyayek cezayê giran a asayî tê birêve birin û wiha axivî: “Di rojên danişînê de, polîsên sivîl û fermî edliyê û derdora wê dorpêç dikin. Polîs di nava edliyê de jî pirsa nasnameyan dikin. Ji ber vê em tim neçar dimînin ku bi polîsan re nîşaq bikin.” Ergul, helwesta şandeya dadgeha dozê rexne kir û dest nîşan kir ku şandeya dadgehê pasîf û bêbandore.    Prz. Ergul, da zanîn ku Mûsa Orhan ji roja ewil ve mafê xwe yê “bêdeng mayînê” bi kar tîne û wiha pê de çû: “Orhan û parêzerên wî ji Enqerê bi SEGBÎS’ê beşdarî danişînê dibin. Em hiqûqnas, her tim pîvana rû bi rûyê ya darizandinê diparêzin. Lê Mûsa Orhan û parêzerên wî bi SEGBÎS’ê beşdarî danişînê dibin.  Parêzerên Mûsa Orhan, di her danişînê de, malbata Îpek Er û parêzerên malbatê sûcdar dikin. Tevî hemî îtirazên me jî ew ji sînorên vî mafî derdikevin û xwe li pişt bêmafiya mafê parastinê digirin. Şandeya dadgehê jî di van hemû pêvajoyan de timî rolek bêbandor dilîze. Şandeyê di danişîna dawî de jî, hemû daxwazên me yên girtina Orhan red kirin.”   DI HEMAN SALONÊ DE ÎFADE DAN   Ergul, bi bîr xist ku di vê danişînê de, hevalên Mûsa Orhan A.Ş., S.I. û bijîşkê tipa edlî yê ku Îpek Er muayene kiribû hatin guhdarkirin û wiha bilêv kir: “Hevalê Mûsa Orhan ê malê A.Ş. li hemberî pirsên ku me jê kirin, îfadeyên bi nakok dan. Şandeya dadgehê jî ev yek bi çavên xwe dît. Dîsa şahidê din ê ku dem bi dem diçû mala Mûsa jî, îfadeyen bi nakok dan. Bijîşkê tipa edlî yê Îpek Er muayene kiribû jî, di pêvajoya mûayenê û sewqkirinê de kêm ma ye. Lê ligel vê jî wî belge kiriye ku bêyî daxwaz û destûra Îpek bi zorê pê re ketiye têkiliyê. Bijîşk ev yek jî ji dadgehê re vegot. Giliya Îpek a ku berê li dozger kiribû, nameya întîharê ya Îpek û hemû delîl didin nîşandan ku Mûsa Orhan berûsê êrişa zayendiye û dibê bê cezakirin.”   ÎFADEYÊN JIBER KIRÎ   Derbarê têkiliya Mûsa Orhan û şahidan de jî Ergul, ev nirxandin kir: “Mûsa Orhan û 2 şahidên di dadgehê de hatin guhdarkirin, kermendên Hêzên Çekdarên Tirk (TSK) û hevalên Orhan ên nêzin. Ji bo vê îdayên şahidan ji bo me rast nayin.  Her du şahidan jî îfadeyên bi nakok dan. Hevalê Orhan A.Ş. ji ber pirsên me tengav bû û ji bo ku bersiv nede mafê xwe yê bêdengmayînê bi kar anî. Wisan xuya bû ku îfade pê dabûn ji berkirin. Yanî her du şahidan jî îfadeyên derew dan. Dozgerê dadgehê xwest ku Mûsa Orhan hem bêceza kirin û hem jî bê girtin. Dadgehê bi awayekê bêhincet, ev daxwaza dozger red kir.”    JI BILÎ MÛSA ORHAN   Parêzer Ergul, dest nîşan kir ku di dadgehê de ji bilî Orhan her kes tê darizandin û wiha rêz kir: “Mûsa Orhan zilamek bi unîforma ye. Di hemû dadgehên zilaman de, dadgeh zilaman diparêzin. Niha ji dadgehan bigirin hemû kolanên Tirkiyeyê, ji bo jinan ne qadên bi ewlene. Kolan û dadgeh herî zêde jî ji bo jinên Kurd ne bi ewlene û cihê parastinê ne.”   DANIŞÎNA BIRYARÊ    Rengîn Ergul, diyar kir ku ew li bendêne ku danişîna were, bibe danişîna biryarê û wiha bi dawî kir: “Em dixwazin hemû delîl bên komkirin û dadgeh dûre biyarê bide. Lê dadgeha bi zanebûn, dê danişîna biryarê bide. Li gorî delîlên heyî, teqez divê Mûsa Orhan ji sûcên ‘êrişa zayendî’ û ‘kesek ber bi întîharê ve birin’ bêcezakirin û tavilê bêgirtin.”   MA / Fethî Balaman