Rayedarên girtîgehê rojname nedan rojnamevan 2021-09-18 12:00:32   EDENE - Rayedarên Girtîgeha Kurkçulerê kuncenivîs û kupurên rojnameyê ku ji xebatkarê Rojnameya Yenî Yaşamê Îbrahîm Karakaş re hatin şendan nedanê.    Rayedarên girtîgehê hejmar, kuncenivîs û kupurên rojnameyê yên ji xebatkarê Rojnameya Yenî Yaşamê Îbrahîm Karakaş ê li Girtîgeha Kurkçulera Edeneyê ya Tîpa F dimîne re hatin şandin bi hêceta ku “bifikare” nedanê. Karakaş, pêkanîn girtîgehê bi telefonê bi malbata xwe re parve kir. Karakaş, diyar kir ku bi heceta “bifikare” hejmar, kuncenivîs û kupurên rojnameyê nedane wî û da zanîn ku li dijî vê biryara keyfî serî li Dadgeha Înfazê daye. Karakaş, bi lêv kir ku bi vê astengiyê weke rojnamegerekî mafê wî yê nûçe girtin û şopandina rojevê ji destê wî tê girtin.