Malbata Şenyaşar: Yên ku zilmê dikin nikarin bibin parlamenterê gel 2021-09-18 11:31:33   RIHA - Malbata Şenyaşar di roja 194’emîn a “Nobeta Edaletê” de vê peyamê parve kirin: “Yên ku zilmê dikin li ber çûnê ne, ew nikarin bibin parlamenterên gel.”    Malbata Şenyaşar di roja 194’emîn de çalakiya xwe “Nobeta Edaletê” berdewam dikin. Malbat ji ber dawiya hefteyê ye û Edliyeya Rihayê girtî ye, çalakiya xwe li mala xwe ya Pirsûsê didomîne.    'EM JI BÊEDALETIYÊ RE BÊJIN BES E’    Malbatê wêneyê bi Endamê Desteya Dîsîplînê ya CHP Doguşcan Aydin Aygun ku duh li ber edliyeyê çû serdana wan, li ser hesabê xwe yê medya sanal parve kir û got: "Şandeya ji Navenda Giştî ya CHP'ê, ji bo piştgiriya têkoşîna me ya edaletê ya li ber edliyeyê me ziyaret kir. Kî neheqiyê û zilmê dike bila bike, divê em wekî civak ji vê re bêjin bes e. Yên ku zilmê dikin li ber çûnê ne, ew nikarin bibin parlamenterên gel.”