Kujerê Bulut winda ye, kujerê Kondu hat girtin 2021-09-18 10:49:40 SILÊMANÎ - Hat ragihandin ku kujerê Yasîn Bulut li Silêmaniyê li naverasta kolanê hatibû qetilkirin nehatiye girtin. Lê hat zanîn ku kesê hatiye girtin têkildarî êrişa li dijî Ferhat Bariş Kondu hatiye girtin.    Berpirsyarê Ajansa Parastin û Zanyarî (Zanyarî-Saziya Îstîxbaratê ya YNK’ê) diyar kir ku kesên 2 rojên dawî de li Silêmaniyê êriş pêk anîne hatine binçavkirin. Dije Terora YNK’ê jî bi daxuyaniyekê ragihand ku ew ê di rojên pêş de belgeyên girîng ji raya giştî re eşkere bikin. Lê hat gotin ku kesê hatiye girtin girêdayî êrişa li ser welatiyê ji Bakûrê Kurdistanê yê bi navê Ferhat Bariş Kondû ye û kujer ango kujerên Endamê Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK'ê Yasîn Bulut (Şukrî Serhed) hîn nehatine girtin.   Li navenda Silêmaniyê di 16’ê îlonê de welatiyê bi navê Ferhad Bariş Kondu ku ji Bakurê Kurdistanê ye hat gulebarankirin û birîndar bûbû.    Piştî vê êrişê di 17’yê îlonê de jî Endamê Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK’ê Yasîn Bulut ê ku ji ber pirsgirêkên tenduristiyê hatibû bajarê Silêmaniyê, bû hedefa guleyan û jiyana xwe ji dest dabû. Tê gotin ku êriş ji aliyê endamên MÎT’a Tirkiyê ve hatiye kirin.    ÊRIŞKAREK HATIYE GIRTIN    Piştî êrişan Rêveberiya Giştî ya Dije Terora ya girêdayî YNK’ê û berpirsyarê Dezgeha Zanyarî daxuyanî dan.    Dije Terora YNK’ê di daxuyaniya xwe de ragihand ku derbarê bûyerên di nava 2 rojên dawî de li Silêmaniyê qewimîne, agahiyên girîng bi dest ketine. Dije Terorê diyar kir ku heya bûyer baş hatî zelalkirin û piştrastkirin, ew ê hemû agahiyên pêwîst bi raya giştî re parve bikin.   Îro serê sibehê jî Berpirsyarê Dezgeha Zanyarî Ejî Emîn derbarê binçavkirina kujeran de li ser malpera xwe ya Facebookê daxuyaniyek da.   Ejî Emîn dibêje: “Kesên ku di nav 2 rojên borî de li Silêmaniyê sûc kirine, hatine binçavkirin. Emê di demek nêzde agahiyên derbarê sûcdaran bi raya giştî re parve bikin.”   Di daxuyaniya dezgeha Zanyarî û Asayîşa Silêmaniyê de ku îro hat dayîn de jî, hat gotin ku êrişên 16 û 17’yê îlonê yek kes e û hatiye girtin.   Kesê hatiye girtin tenê girêdayî êrişa yekemîn e, kujerên Bulut nehatine girtin    KUJER GELEK KES IN    Saziyên behsa mijarê van daxuyaniyan didin, lê li gorî hin zanyarî û çavkaniyên ku nexwazin navên xwe bidin jî didin zanîn ku êrişkar tenê yek kes nîn e, gelek kes in, bi plan pêk hatiye.    Li gorî zanyariyan, kesên ku êrişî Bulut kirine 4 kes in, yek ji vana gulebaran kiriye, yên din li derdorê bûne û piştî gulebaranê bi seyareyek tîpa pikap a Toyota reviyane.