Cihê ku eskeran penaber avêtibûn Çemê Merîçê hat tespîtkirin 2021-09-18 09:15:35   STENBOL - Piştî hat tespîtkirin ku 45 penaberên ku eskeran ew avêtibûn Çemê Merîçê li Ûzûnkopruyê ne, parêzeran jî ji b dîtina windayan serî li Walîtiya Edîrneyê dan.    150 penaberên ji aliyê Yûnanîstanê ve li Tirkîyeyê hatibûn vegerandin. Hat îdiakirin ku di 24'ê Tebaxê de eskeran bi fermana fermandarê cendirmeyan 45 penaber avêtine Çemê Merîçê. Piştî ku ji penaberên hatin avêtin hin jê bi xelasê ketin û xizmên penaberên xeber ji wan nayê girtin serî li Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) a Şaxa Stenbolê dan, di 3'yê Îlonê de bi rêya Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê serî li Serdozgeriya Komarê ya Edîrneyê hat dayîn ji bo zelalkirina mijarê.    Piştî gilîkirinê Serdozgeriya Komarê ya Edîrneyê jî lêpirsîn da destpêkirin û di 10'ê Îlonê de îfadeya du mexdûran hat girtin. Serdozgeriyê di çarçoveya lêpirsînê de di 13'ê Îlonê de cih tespît kir.    Endamê OHD'a Stenbolê Parêzer Vedat Çagirtekîn, tevî muwekîlên xwe hûrguliyên tespîtkirina cih vegotin.    DELÎL TÊN BERHEVKIRIN   Çagirtekîn, anî ziman ku di çarçoveya lêpirsînê de delîl tên berhevkirin. Çagirtekîn, bilêv kir ku li gor îfadeya muwekîlên wî komeke nêzî 100 kesî ji Tirkîyeyê derbasî Yûnanîstanê bûne û li wir ji aliyê eskerên Yûnanîstanê ve hatine binçavkirin û wan tevî eşyayên wan bi botan radestî eskerên Tirkîyeyê kirine. Çagirtekîn îfadeyên muwekîlên xwe ragihandin: "Esker jî wan li gundekî radigirin. Fermandarek tê cem wan. Ferman dide ku wan bibin ber çem. 40-45 kesan dibin ber Çemê Merîçê. Li gor îfadeyên muwekîlên me, fermandar pêşî penaberekî tûnûsî ku gotiye ne misilman e, davêje çem. Paşê komeke ku muwekîlên me û zarokên 13-14 salî jî di nav de, wan dikin komên pênc kesî. Bi dû re van koman yeko yeko dibin qeraxa çem û wan davêjin çem."    HATIN STENBOLÊ   Li gor beyanên penaberekî lubnanî ku bûye şahidê bûyerê, kesek ji cihê bûyerê reviyaye û cendermeyan ji pişt de bera wî daye û wî avêtine çem. Çagirtekîn got: "Muwekîlên me davêjin çem. Yek jê ji ber ku bi avjeniyê nizanbûye ji ser hişê xwe diçe. Paşê du kesên din tên muwekîlê me xelas dikin. Paşê bi derfetên xwe derbasî wî aliyê çem dibin. Cardin eskerên yûnan wan dişînin Tirkiyeyê. Bi vî awayî muwekîlên me bi derfetên xwe tên Stenbolê. Li vir xwe gihandin me û xwestin gilî bikin."    CIHÊ BÛYERÊ: ÛZÛNKOPRU   Çagirtekîn, diyar kir ku tevî 2 penaberên xwe gihadine wan di 13'ê Îlonê de çûne Edîrneyê û tevli tespîtkirina cihê bûyerê bûne û di vî warî de gelek tişt bi dest xistine. Çagirtekîn, da zanîn ku di tespîtkirina cih de kifş bûye ku cihê bûyerê navçeya Ûzûnkopruyê ye.    Çagirtekîn, destnîşan kir ku di dema tespîtkirina cih de jî muwekîlên wan pir tirsiyane û got: "Gava serî li me dan jî gotin, 'Dê tiştek neyê serê me.?' Di vî warî de xwestin temînatek hebe. Lê belê gava em çûn Edîrneyê, rengê buyerê hinekî guherî. Tirsa wan zêdetir bû. Bi taybetî jî gava em nêzî cihê bûyerê bûn, çend muhafizên sînor ji me pirsîn bê ka em kî ne û çima hatine. Ji ber vê jî tirsiyan. Ji bo tirsa li ser xw ebavêjin, me cardin wan li wesaîtê siwar kir. Em parêzer tim li cem wan bûn. Çendî em û polîsên ji alîyê Dozgeriya Edîrneyê ve hatibûn peywirdarkirin hebûn jî, ditirsiyan ku tiştek bê serê wan."    SERLÊDAN JI BO WINDAYAN   Çagirtekîn, da zanîn ku ji bo dîtina windayyan hem serî li Serdozgeriya Komarê ya Edîrneyê dane hem jî li Walîtiya Edîrneyê û walî soz daye wan ku dê pêwendiyê bi ûnanîstanê re deyne. Çagirtekîn, bilêv kir ku di vî warî de hê tu bersiv ji wan re nehatiye û got: "Her wiha bi îhtimala ku winda fetisîbin me ji walîtiyê xwest ku AFAD dest bi lêgerînê bike. Cihê bûyerê qeraxa Çemê Merîçê ye û ev der herêmeke eskerî ye. Ji ber vê AFAD'ê ragihand ku heya destûr neyê dayîn dê nikaribin li wir dest bi lêgerînê bikin. Me jî di vî warî de hevdîtin bi hin yekeyên eskerî re kir û me xwest destûra AFAD'ê bê dayîn. Ji me re gotin, divê hûn serî li walîtiyê bidin. Me jî ji walîtiyê daxwaz kir. Heya niha tu bersiv nehatiye dayîn."    Çagirtekîn destnîşan kir ku ji bo dîtina windayan demildest divê xebat bên destpêkirin û got: "Xizmên windayan jî li bendê ne. Dixwazin çi sax çi mirî divê xeberekê bigirin. 20 roj derbas bûye, demildest divê xebat bên destpêkirin."    MA / Ferhat Çelîk