Ekolojîst: Armanca şewatan koçberî û rant e 2021-09-18 09:04:17 DERSIM - Nûnerên rêxistinên ekolojiyê destnîşan kirin ku li Dersimê armanca şewitandina daristanan, ew e ku mirov terka warê xwe bikin û li dijî rûxandina xwezayê bal kişandin ser têkoşîneke hevpar.    34 rêxistinên ekolojiyê ku li dijî rûxandina ekolojîk bi dirûşmeya "xweza sînornenas e" li Stenbolê li hev kom bûn, ji bo balê bikişînin ser şewitandina daristanên Dersimê di 15-16'ê Îlonê de li bajêr hin hevdîtin kirin. Nûnerên rêxistinên ekolojiyê, di çarçoveya hevdîtinan de derbarê şewatan de agahî ji gel wergirtin.    DUSTANDARDÎ   Ji Piştevaniya Stenbolê ya Çiyayê Kazê Rahîm Noz, bertek nîşanî bêdengiya raya giştî ya ji bo şewatên li herêmê da. Noz ku got "Rêxistinên ekolojiyê heya 3 meh berê jî ji bilêvkirina navên herêma Kurdistanê ditirsiyan" û wiha axivî: "Ez wisa fêm dikim me ev mesele hel kiriye. Gava em hatin vir, em bi îmzeya 64 rêxistinên hawirdorê hatin û gelek heval tevli me bûn. Ji niha û pê de çawa em bi rihetî Akbelenê, Îkîzdereyê bilêv dikin, em ê Dersimê, Cûdiyê, Çewligê jî bi heman awayî bilêv bikin. Daristanên dişewitin hemû yên me ne û rêxistinên ekolojiyê sîornenas in."    RANT Û VALAKIRINA HERÊMÊ   Noz, destnîşan kir ku li gelek deverên welêt daristan bi hincetên cur bi cur tên şewitandin, lê ev şewat bêyî mirovan nepêkan in. Noz, anî ziman ku li Mûglayê daristan ji bo rantê tên şewitandin, li erdnîgariya kurdan jî bi taybetî bi hinceta "ewlehiyê" tên şewitandin û got: "Bi hinceta ewlehiyê şewitandina daristanan nayê qebûlkirin. Em baş dizanin bê ev şewtan ji bo çi tên kirin; ji bo projeyên rantê û valakirina herêmê."    KRÎZA AVHEWA, AV Û ZAD   Noz, destnîşan kir ku xweza ji ber şewitandina daristanan, madenan, HES û bendavan diguhere û got: "3 tişt li benda me ne; krîza avhewa, av û zadî. Qadên me yên çandiniyê tên tunekirin, wekî ku li Çiyayên Kazê kirin. Ji wan tirê gava wê axê tiraş dikin, mehek şûn de dê ax xwe nû bike. Zinarek zêdetirî hezar sal şûn de dibe ax. Mixabin gelê me bi vê nizane. Em bi pergaleke ku qadên çandiniyê tune dike û me daye ber bextê emperyalîtan re rû bi rû ne."    TÊKOŞÎN    Noz, bal kişand ser têkoşîna li hemberî rûxandina xwezayê jî û destnîşan kir ku divê gel di vî warî de polîtîk be. Noz got: "Ji sedî 1, ji sedî 99'an bi rê ve dibe. Ji ber ku ji sedî 99'ên me bêdeng dimîne, me bi rê ve dibin. Gelek sedemên vê bêdengiyê hene, lê divê em xwe ji vê koletiyê xelas bikin. Gava em daketin kuçeyan û me got 'kuçe ya me ye' dê emparyalîst têkevin qalikên xwe. Me çawa li Çiyayê Kazê ew qewirandin, em dikarin li Dersim, Cûdî, Çewlig û Akbelenê jî wan biqewirînin."    ŞEWATÊN SÎSTEMATÎK    Endama Desteya Rêvebir a Komeleya Hawirdorê ya Mûnzûrê Hatûn Esen jî anî ziman ku her sal havînê li bajêr daristan dişewitin û got: "Wer xuya ye îsal qezenca wan kêm bûye, lewma li rojavayê dest bi şewitandinê kirin." Esen, destnîşan kir ku li Dersimê her sal bi hinceta "ewlehiyê" daristan bi awayekî sîstematîk tên şewitandin û ev şewta heya meha Îlonê didomin û got: "Êdî gava dibe havîn xew li me diherime. Em dibêjin vê carê, dê li ku û kengî daristan bişewitin. Ji bo Dersimê hemû xweza pîroz e û divê mudaxilî tu tiştî neyê kirin. Lê her sal daristanên me bi hinceta ewlehiyê tên şewitandin û nahêlin em mudaxile bikin. Ev yek me diêşîne."    ‘POLÎTÎKAYA TUNEKIRINÊ'    Esen, got: "Dixwazin Dersimê vala bikin. 38 hatin serê me, di 93-94'an de gundên me hatin şewitandin û niha cardin bi hinceta ewlehiyê daristan tên şewitandin. Bi şewitandina daristanan dixwazin mirovan koçber bikin. Li hemberî xwezaya erdnîgariya Kurdistanê û mirovên wê polîtîkayeke tunekirinê heye."    BANGAWAZÎ   Ekolojîst Osman Akkûş jî destnîşan kir ku bi pergaleke ku bi hinceta "ewlehiyê" daristanan dişewitîne û mirovan dikuje re rû bi rû ne û got: "Pergaleke li ser asasê kuştina mirovan hatibe avakirin, xweza, çûk, simore, morî hwd. dê ne di etra wê de bin. Divê ev pergal bê tengijandin. Yan na, em ê bi ser nekevin. Lewma divê em bên cem hev du. Gava em bên cem hev du em ê karibin bi ser bikevin." "Güvenlik" gerekçesiyle orman yakma ve insan öldürmeye programlanmış bir sistemle karşı karşıya olduklarını ifade eden ekolojist Osman Akkuş de, “İnsanı öldürmeye programlanmış bir sistem, doğayı, kurdu, kuşu, sincabı, karıncayı düşünmez. Sistemin zorlanmamız gerekiyor. Aksi halde başarı şansımız çok az. Bu nedenle bir araya gelerek bir şeyleri başarabiliriz" çağrısı yaptı.     MA / Cengîz Ozbasar