Bi çêkirina gopalan nahêlin kevneşopiya mezinên wan were jibîrkirin 2021-09-18 09:00:53 ŞIRNEX - Li taxa Bahçelîever a Şirnexê komeke welatî ji bo ku kevneşopiya gopalan bidin domandin her serê sibehê tên gel hev û li ber strandina stranan keda bi salan nadin jibîrkirin.    Bi pêşketina teknolojiyê re gelek kar an winda dibin an jî yên wan karan dikin kêm dibin. Yek ji van karan jî karê gopal çêkirinê ye. Li herêmê kevneşopiya gopal çêkirinê her çiqas li ber jibîrkirinê be jî, lê li taxa Bahçelîevler a Şirnexê di her seatên serê sibehê de komek welatî tên ba hev û li gel stran û awazên xwe gopalan çêdikin. Welatiyên ku çêkirina gopalan ji bav û bapîrên xwe hîn bûne û digel pêşketina teknolojiyê karê xwe bi keda destê xwe didomînin. Hîn ji van ji bo firotinê çêdikin, hîn ji wan jî ji bo ku keda bi salane bidin domandin çêdikin. Koma ku her serê sibehê li cihê gopal çêkirinê dicivin, rojê nêzî 15 gopalan çêdikin.      'DI ZAROKATIYA XWE DE HETA  NIHA ÇÊDIKIM'   Ji welatiyan Haci Temelkuran, diyar kir ku ew bi salane gopalan çêdike û ji bo ku kevneşopiyên bav û kalên wan wenda nebe ew çêdikin û wiha axivî: "Di serî de em darên behîvan tînin û pişt re jî li ser agir germ dikin û bi arbeşkan reş dikin. Pişt re em bi zemberekê hilû dikin. Ji dema pêşiyên me heta niha em çêdikin. Di zarokatiya xwe de jî me li ber pez gopal çêdikirin. Ez bi xwe wê demê fêrî çêkirina gopalan bûm. Piştî ku em hatin bajêr jî me ev çand berdewam kir. Tiştekî ku em bikin nîne. Şûna ku em bêtal rûnin em vî karî dikin. Em ji bo kesên ku hewcehiya wan pê heyî çêdikin. Ez nafiroşim. Lê hevalên me yên ku difiroşin hene. Kesên ku difiroşin jî bi sed lîreyan an jî bi pêncî lîreyan difiroşin. Berê em hemû şivan bûn, rênçber bûn. Ji ber wê ji me re lazim bûn. Lê niha di bajaran de xelk şerm dike ku bigire destê xwe. Em naxwazin ku ev keda bi salan tune bibe."    'SEBRA MIN BI GOPAL ÇÊKIRINÊ TÊ'    Mehmet Kaynar jî anî ziman ku keda wan dema berê dida gelek dewlemend û pîroz bû û got: "Xwedî derketina karê gopal çêkirinê erka me ye. Di berê de gundên me ava bûn. Em li ser gundên xwe bûn. Pezê me hebû. Em diçûn giya dirûnê, em diçin palatiyê. Me her tiştek dikir. Carna du rojan nan bi destê me nediket ku em bixwin. Lê pişt re gundên me şewitandin, cerdevan derketin û dinya xerab bû. Em niha li bajêr dimînin û tenê sebra me bi vî karî tê. Niha sed erebe li vir derbas bibin bala min nakişîne, lê keseke ku gopal di destê wî de derbas bibe ez ê lê binêrim û wê bala min bikêşe. Ji berê de heta niha em van çêdikin û ev çanda me ye. Dema ku ez gopalan çêdikim sebra min tê."    MA / Zeynep Durgut