ROJEVA 18'Ê ÎLONA 2021'AN 2021-09-18 09:00:16   * Sekreterê Giştî yê Odeya Bijîşkan a Stenbolê Prof. Dr. Osman Kuçukosmanoglû, anî ziman ku ji ber sistkirina tevdîran û kêmbûna aşîkirinê pêla çarem a pandemiyê dest pê kiriye û hişyar kir ku dibe ku di payizê de hejmara pêketiyan zêde bibe.    * Piştî hat tespîtkirin ku 45 penaberên ku eskeran ew avêtibûn Çemê Merîçê li Ûzûnkopruyê ne, parêzeran jî ji b dîtina windayan serî li Walîtiya Edîrneyê dan.    * Songul Îlker, dêya girtiyê nexweş Ekîm Polat ku gelek nexweşîn lê peyda bûne, bal kişand ser binpêkirinên mafan û got: "Divê rojeva derve girtiyên nexweş be."    * Nûnerên rêxistinên ekolojiyê destnîşan kirin ku li Dersimê armanca şewitandina daristanan, ew e ku mirov terka warê xwe bikin û li dijî rûxandina xwezayê bal kişandin ser têkoşîneke hevpar.    * Li taxa Bahçelîever a Şirnexê komeke welatî ji bo ku kevneşopiya gopalan bidin domandin her serê sibehê tên gel hev û li ber strandina stranan keda bi salan nadin jibîrkirin.    * Tûra Bîsîkletê ya Jinan a Xemilandî dê li Amedê bi dirûşma "Herî zêde jin li kolanê ne" pê li pedalê xwe bikin û balê bikişîne ser zayendperestî, şîdeta li ser jinan û qirêjiya hawirdorê.    * Baroya Enqereyê wê 66'emîn Civata Giştî ya Asayî li navendek performansê li dar bixe. (09.00)   * Desteya Jinan a Rêveberiyên Xwecihî ya HDP'ê dê li otelek Taksîma Stenbolê komxebatek bi navê "Rêveberiyên Xwecihî yên Jinên Azadîxwaz" li dar bixe. (10.30)   * Cîgirê Hevserokên Giştî yê HDP'ê ji Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan Berpirsiyar Umît Dede û parêzerên Doza Kobanê dê li otelek Enqereyê têkildarî doza ku wê di 20'ê îlonê de were dîtin, civîna çapemeniyê li dar bixe. (11.00)   * Dayikên Şemiyê ji bo aqûbeta xizmên xwe yên di binçavan de hatin windakirin bipirsin û kujer werin darizandin dê çalakiya xwe ya heftane ya 860'emîn li dar bixin. (12.00)   * Li Amed û Êlihê xizmên windayan û şaxên ÎHD'ê wê li aqûbeta windayan bipirsin. (12.00)   * Înisiyatîfa Ji Girtiyên Nexweş re Azadî ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş dê li avahiya Şaxa ÎHD'a Enqereyê civîna çapemeniyê li dar bixe. (12.00)   * Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'a Stenbolê dê 495'emîn "Rûniştina F" li ser înternetê li dar bixe. (13.30)