Xelatên Rojnamevaniyê yên Mûsa Anter diyar bûn 2021-09-17 23:51:01   STENBOL - 28'emîn Xelatên Rojnamevaniyê yên Mûsa Anter û Şehîdên Çepemeniya Azad diyar bûn.   Kesên 28'emîn Xelatên Rojnamevaniyê yên Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniya Azad bidestxistin diyar bûn. Pêşbirka Rojnamevaniyê ya Rojnamevaniyê ya Mûsa Anter û Şehîdên Çapemenîya Azad ku ji aliyê Rojnameya Yenî Yaşamê ve hat lidarxistin, di pênc waran de; Nûçeya Tirkî", "Nûçeya Kurdî", "Wêne (Nûçeya Wêneyî", "Karîkatur" û "Nûçevenîya Jinê" ya ji bo bîranîna Gurbettelî Ersozê de xelatê dide. Xelat dê di 20'ê Îlonê de li Navenda Çandê ya Cemîl Candaş a Şaredariya Şîşlî a Stenbolê saet di 18.00'an de bi merasîmekê bên dayîn.    NÛÇEYA TIRKÎ   Di beşa nûçeya tirkî de Candan Yildiz, Farûk Eren, Fatîh Polat, Tûgrûl Eryilmaz, Îbrahîm Varli û Huseyîn Aykol jurî bûn. Jurîyê di warê "Nûçeya Tirkî" de xelata yekemîniyê da Canan Coşkûn û Xelata Juriyê ya Taybet jî dan Dîren Yûrtsever û Gokay Başcan.    Di warê nûçeya tirkî de Canan Coşkûn bi nûçeya xwe ya "Valilik ‘Nefes darlığından öldü’ demişti: Kulaklarından ve gözlerinden kan gelmiş" xelate yekemîniyê wergirt.    XELATA JÛRIYÊ   Nûçegihana ajansa me Dîren Yûrtsever jî bi nûçeya xwe ya bi sernavê "Mültecileri nehre attıran komutan ‘güle güle’ diyerek el salladı" xelata jûriyê ya nûçeya tirkî wergirt. Di warê nûçeya tirkî de Gokay Başcan jî bi nûçeya xwe ya bi sernavê "Yıkım projesinin ‘özel’ bilirkişileri" xelata jûriyê ya taybet wergirt.    NÛÇEYA KURDÎ   Di warê nûçeya kurdî de jî Mehmet Alî Ertaş, Sûna Tûnç, Berîtan Zagros, Ramazan Olçen û Omer Tûr jurî bûn. Jurîyê di warê "Nûçeya Kurdî" de xelata yekemîniyê da nûçeya bi sernavê "Ji rûpelên dîrokê 2 stran û helbesteke derbarê kurdan de" ya edîtorê serwîsa kurdî ya ajansa me Kadrî Esen. Her wiha Sema Çaglak jî bi nûçeya xwe ya bi sernavê "Lutfiye Gokkan ji bo me hem rêber hem mamoste hem jî dayik bû" xelata juriyê ya taybet wergirt.    NÛÇEVANIYA JINÊ   Ceren Sozerî, Gulşen Koçuk, Bîrcan Degîrmencî, Elîf Akgul û Nevîn Cerav jî juriyên Nûçevaniya Jinê ya Gurbetellî Ersozê bûn. Juriyê di warê nûçevaniya jinê de xelata yekemîniyê da nûçeya bi sernavê “Ankara’da 35 sağlık kurumundan yalnızca 7’si kürtaj yapıyor” a Oznûr Degerê. Medîne Mamedoglû û Derya Ren jî xelata juriyê ya taybet a nûçevaniya jinê wergirtin.    KARÎKATUR   Îmam Cîcî, Sefer Selvî, Ender Ozkahraman û Asli Alpar jî juriyên beşa karîkaturê bûn. Juriyê xelata yekemîniya da Musa Keklîk û Fahriye Çitakliyê. Saît Mûnzûr jî xelata juriyê ya taybet a karîkaturê wergirt.    XELATA RÛMETÊ DAN MALBATA ŞENYAŞARÊ   Xelata Rûmetê ya Xelatên Rojnamevaniya Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniya Azad jî îsal Malbata Şenyaşarê wergirt ku di 14'ê Hezîrana 2018'an de li navçeya Pirsûs a Rihayê 4 ferdên wê ji aliyê xizm û parzêvanên Parlementerê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatibûn kuştin. Ferdên malbatê Ferît Şenyaşar û Emîne Şenyaşar ji bo edaletê li ber Edliyeya Rihayê nobeta edaletê dabûn destpêkirin.    XELATA WÊNEYAN NEHAT DAYÎN    Juriyên beşa Wêneyê Ramazan Ozturk, Ozcan Yaman, Alî Dagli, Refîk Tekîn û Çetîn Altûn jî biryar dan ku îsal wêneyekî liyaqî xelatê tune ye.