Qubad Talibanî qetilkirina Yasîn Bûlût şermezar kir 2021-09-17 16:58:19   NAVENDA NÛÇEYAN - Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talibanî, bi daxuyaniyekê qetilkirina Endamê Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK'ê Yasîn Bûlût şermezar kir.   Îro di saetên serê sibehê de Endamê Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK'ê Yasîn Bûlût (Şukru Serhed) li bajarê Silêmaniyê yê Herêma Kurdistanê bi sûîqestê hat qetilkirin. Tê texmînkirin ku sûîqesta li dijî Bûlût ji aliyê MÎT'ê ve pêk hatibe. Lê heta niha vê derbarê ji aliyê Tirkiyeyê ve tu daxuyaniyeke nehatiye dayîn.     Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talibanî, derbarê qetilkirina Bûlût de daxuyaniyeke da û êrişê bi tundî şermezar kir. Talibanî, di daxuyaniya xwe de bang li hêzên ewlekariyê kir ku ji bo binçavkirina tawanbaran şev û rojên xwe bikin yek. Qubad, diyar kir ku Silêmanî ji bo herkesî bajarê aramiyê ye û herkes dikare di nav aramî û ewlehiya vî bajarî de bêyî cihêkariyekê bijî.