Mînîbusa karkerên demsalî qeza kir 2021-09-17 16:20:47   AMED - Li ser rêya Amed-Rihayê mînîbuseke karkerên demsalî li qamyonê qelibî û qezaya trafîqê pêk hat. Di qezayê de kesek jiyana xwe ji dest da û 19 kes jî birîndar bûn.   Mînîbusa biplaqeya  06 FV 4798 ya karkerên demsalî ku ji Ordûyê vedigeriyan li ser rêya Amed-Rihayê li qamyona biplaqeya 21 BG 087 qelibî û qezaya trafîkê pêk hat. Di encama qezayê de karkerê bi navê Mûstafa Sigirci jiyana xwe ji dest da û 19 karker jî birîndar bûn. 2 jê giran 19 birîndaran bi ambûlansên ku hatin cihê bûyerê rakirin nexweşxaneyên li Amedê.