Li Dersimê xwendekar ji wargehên KYK’ê hatin derxistin 2021-09-17 16:18:58     DERSIM - Xwendekarên Zanîngeha Mûnzûrê ku ji wargehên KYK’ê hatin avêtin, xwestin pirsgirêka wan mayînê were çareserkirin.   Xwendekarên Zanîngeha Mûnzûrê ji wargehên aydî Miduriyeta Giştî ya Kredî û Wargehan (KYK) hatin derxistin. Xwendekarên zanîngehê têkildarî derxistina ji wargehan li Meydana Seyîd Riza daxuyanî dan çapemeniyê û dowîzên “Em ji bo xwendinê cihê mayînê dixwazin” û “Em li kuçeyên Dersimê man” hildan. Hevserokê HDP’a Dersimê Îbrahîm Kasûn û Serokê Partiya Kedê ya Dersimê Ergîn Tekîn jî piştevanî dan xwendekaran.    XWENDEKAR LI DERVE MAN    Xwendekar Serhat Kurtboga li ser navê xwendekaran axivî û got bi destpêkirina serdema perwerdehiyê ve li welat xwendekarên zanîngehan bi pirsgirêka cihmayînê re rûbirû mane. Kurtboga da zanîn ku nêzî hezar û 500 xwendekar li wargehên KYK’ê bi awayek yedek tên sekinandin û got: “Xwendekar wek mêvan li wargehan diman. Bi bahaneya ku xwendekarên qeyda xwe ya esil kirine û tên bêserûber me ji wargehê derxistin. Di encama vê yekê de gelek xwendekar neçar man vegerin bajarên xwe û beşek xwendekaran jî neçar man li derve bimînin. Me li ber walîtiyê daxuyanî da lê guh nedan me. Di heman demê de kirêyên malan pir biha ne. Lewma xwendekar ji bilî wargehan nikarin li mala bimînin. Em dixwazin demildest vê pirsgirêka xwendekaran a mayînê were çareserkirin.”