Zilamê ku dest avêt du zarokên xwe hat girtin 2021-09-17 16:07:23   ÎZMÎR - Zilamê bi navê Serkan E., yê li Konakê bi awayekî pergalî dest avêt du zarokên xwe hat girtin.   Li navçeya Konak a Îzmîrê, zilamê 42 salî Serkan E. yê ji aliyê hevjîna xwe ya berê Asya D. (36) a ku tacîza zayendî ya li dijî keça xwe eşkere kir ve bi çekê hatibû gulebaran kirin, ji nexweşxaneyê derket.   Serkan E., piştî ji nexweşxanê hat derxistin, li ser farmana dozger hat binçavkirin û sewqî edliyê hat kirin. Dadgehê derbarê Serkan E., de biryara girtinê da û şand girtîgehê.    Bavê 4 zarokan Serkan E., di 7’ê Îlonê de, derdora saet 02.00’yan, derket holê ku berî 9 salan dest bi tacîza zayendî ya keça xwe ya mezin E.B. (19) kiriye. Serkan E., piştî tacîza 4 salan dewam dike, ji sûcekê din tê girtin. E.B. dûre bûyerê ji dayika xwe re vedibêje.   Serkan E., piştî ku tê berdan, vê carê jî dest bi tacîza zayendî ya keça xwe ya biçûk S.E., dike. S.E. bûyera tacîzê ji dayika xwe Asya D. re vedibêje. Asya D., cihaza deng girê bi keça xwe ve dike. Tacîza Serkan di cîhaza deng girê ya li ser keça wî ve tê qeydkirin. Asya D., li ser vê yekê dikeve odeya Serkan E., bi çekê êrîşî wî dike û birîndar dike.