Rapora ÎHD'ê: Îşkence li malbata Gurdegîr hatiye kirin 2021-09-17 15:50:07 AMED - Di rapora ku Şaxa ÎHD'ê ya Amedê derbarê malbata Gurdegîr de amade kir de hat diyarkirin ku di serdegirtinan û binçavkirinan de îşkence li malbata Gurdegîr hatiye kirin.  Di 24'ê tebaxê de polisan bi ser mala ku Sonûç Gürdeğir lê dima de girtibûn û ew bi îşkenceyê binçav kiribûn. Piştre Gurdegîr anîbûn bajarê wî Çewlikê û di lêpirsînê re derbas kiribûn û bi sûcdariya "endamtiya rêxistinê" û "xerakirina yekparebûn û yekitiya dewletê" ew girtibûn. Di meha îlon û tebaxê de de polis û leşkeran du caran bi ser mala malbata Gurdegîr a li gundê Kadîmadrak ê girêdayî navenda Çewlikê de jî girtibûn û bi lêdanê ferdên malbatên binçav kiribûn. Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê, têkildarî îşkenceya ku li malbata Gurdegîr hatibû kirin raporeke lêkolîn û tespîtan amade kir û bi raya giştî re parve kir.    ÎŞKENCE LI GURDEGÎR HATIYE KIRIN   Di raporê de hat destnîşankirin ku ji bo hevdîtina bi malbata Gurdegîr re heyetek hatiye avakirin û bi şahid û mexdûrên îşkenceyê, Serokê Baroyê û Serdozgerê Komarê re hevdîtin pêk aniye. Di raporê de derbarê SonÛç Gurdegîr de ev agahî tên dayîn; li mala hatiye binçavkirin polisan lê daye, serê wî şikandine, kêl avêtine serê wî, li Çewlikê jî îşkence û memeleya xerab lê hatiye kirin, şkenceya lê hatiye kirin roj bi roj hatiye zêdekirin, piranî bi sîleyan lê dane.   SERDEGIRTINA GUND   Derbarê serdegirtina malbata Gurdegîr de jî ev agahî hatine dayîn; Bi 10 maşîneyên zirxî bi ser malên Ertan, Hatûn û Ahmet Gurdegîr ên li gundê Kadîmadrakê de hatiye girtin. Dema operasyon gund hatiye dorpêçkirin û Erdtan Gurdegîr ji malê reviyaye. Di serdegirtinê de polis û û leşkeran gule berî hewa dane û Prenses, Ozge, Menfiye, Ahmet Gurdegîr û Mehmet Gûyûldar binçav kirine.    GOTINÊN ŞAHIDAN   Di raporê de hatiye diyarkirin ku di 30'ê tebaxê de jî bi ser gund hatiye girtin û vegotinên mexdûr û şahidan wiha hatine dayîn: "Saet di 16.00'an de bi 10-11 wesayîtên polisan ketin gund. Piştî ku li gund tûrek avêtin hatin ber derê mala Ertan. Berê çekên xwe dan zarokan û gotin, 'bavê we li kudere?'. Zarokan gotin nizanin. 'Emrê gulereşandinê heye, cihê bavê xwe bibêjin, heke na em ê wî bikujin. Qê hûn kuştina wî dixwazin?'. Lêgerîn kirin û keça Ertan Lorîn Gurdegîr a 13 salî kişandin û gotin, 'Heke tu cihê bavê xwe nebêjî em ê wî bikujin'. Ertan xwe li nav baxçeyê kêlekê veşartibû. Polisan wî ferq kir û ber bi wê ve reviyan, em jî ber bi wir ve reviyan. Avahiyeke vala du qat hebû, Ertan  li wir zeft kiribûn. Dengê 'min berdin' dihat. Li kurê Ertan Omer Gurdegir û birayê wî Kemal Gurdegîr dan. Kemal li erdê bû û lêva wî teqiyabû. Ji ber ku Lorîn dîmenên wan dikişand 4 polisan berî ser pişta wê dan. Li hundir li Ertan didan û nedihiştin kes bikeve hundir. Dema me xwest em bikevin hundir berê çekan dan me. Digotin, 'Emrê guleberdanê heye, em ê berî we bidin'. Bi qûndaxên çekan êrişî me kirin. Ji ber ku gundî ke me li dijî wan derket li wî jî dan. Dema ku Ertan derxistin me dît ku biriyê wî xelişiye û xwînê bûye. Destê wî bi pişt ve girêdabûn. Piştî girtina Ertan polisan ji Ayfer û Bermal Gurdegîr re gotin, 'Em ê hê wer in û we jî bigirin'. Dema ku ji gund derketin wesayîta bi ser me de ajotin."   SERDOZGER: IHTÎMALEKE MEZIN...   Di berdewama raporê de qala hevdîtina bi Serdozgerê Komarê yê Çewlikê re hat kirin û ev tişt hat gotin: "Got ku lêpirsîn di bin kontrola wî de tê meşandin, îşkence û memeleya xerab li kesekî nehatiye, vê derbarê de gilî nehatiye kirin, heke angaştên îşkenceya dema binçavkirinê hebin ew jî îhtîmaleke mezin ji ber ku xire cira dema binçavkirinê ne. Heke agahiyeke wiha hebe û gilî bê kirin wê bê lêpirsînkirin.    TESPÎT   Di raporê de ev tespît hatine kirin:    "* Di encama hevdîtinan de hatiye tespîtkirin ku li Stenbol û Çewlikê îşkence, heqaret û memeleya xerab li Sonûç Gurdegîr hatiye kirin û gef lê hatine xwarin.    * Li gundê Kadîmadrak îşkence, memeleya xerab û heqaret li ferdên malbata Gurdegîr hatiye kirin.    * Heqaret li gundiyên ku li dijî neheqiya polis û leşkeran derketine hatiye kirin û li wan dane.    * Ji ber şopandina polis û leşkeran ferdên malbatê bifikar in."   PÊŞNIYARÊN HATINE KIRIN   Pêşniyarên ku di raporê de hatine kirin:    "* Derbarê polis û leşkerên di bûyerê de cih girtin lêpirsîneke bibandor bê kirin û encamê wê ji raya giştî re bê ragihandin.    * Ji bo selamatiye lêpirsînê derbarê polis û leşkeran de lêpirsîna îdarî bê vekirin û ji peywirê bên girtin.    * Divê terka polîtîkayên bêcezahiştinê bê kirin.    * Divê polis û leşker di mijara mafê mirovan û azadiyan de bên perwerdekirin.    * Divê polis û leşker li gorî peymanên neteweyî û navneteweyî ku Tirkiye îmze kiriye tevbigerin.   ÇI BÛBÛ?   Di 24'ê tebaxê de Sonûç Gurdegîr li Stenbolê û Ozge, Prenses, Ahmet, Menfiye û Ertan Gurdegîr û Mehmet Gûyûldar jî di serdegirtina gund de hatibûn binaçvkiri. Piştî ku îfadeyên wan hatibûn girtin Menfiye Gurdegîr bi şertê kontrola edlî hatibû berdan û Ozge, Prenses, Ahmet û Ertan Gurdeîrr û Mehmet Gûyûldar jî hatibûn girtin.     Ahmet, Bermal (18) û Azad (18) Gurdegîr ku di 14'ê îlonê de di serdegirtina gund de hatibûn binçavkirin jî li Miduriyeta Polisan a Çewlikê tê girtin.