Ji bo kesên li Şengalê hatin qetilkirin bîranîn û meş 2021-08-03 20:42:33   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Şengalê di salvegera Qirkirina Êzidiyan a di sala 2014'an de ku bi destê DAIŞ'ê hatibû kirin, kesên jiyana xwe ji dest dan hatin bibîranîn û soza ku dê hesab bipirsin hat dubarekirin.    Bi boneya salvegera Qirkirina Êzidiyan ku di 3'yê Tebaxa 2014'an de bi destê DAIŞ'ê hatibû kirin, bi pêşengiya Komîteya Şehîdên Şengalê merasîmeke bîranînê hat lidarxistin. Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ), Partiya Azadî û Demokrasîya Êzidîyan (PADÊ), Rêxistina Jinên Azad a Kurdistan (REJAK) û parlementerên HDP'ê Feleknas Ûca û Semra Guzel jî di nav de bi hezaran êzidî tevli merasîmê bûn.    Endama REJAK'ê Destîna Germiyanî di bîranînê de got: "Ferman êdî tenê ne li Şengalê, divê li Başûrê Kurdistanê jî bê h,skirin. Ên bûn sedema fermanê hê jî li Başûrê Kurdistanê xwedî hikm in. Ji bo darizandina wan çi hewce be, divê bê kirin. Ev ferman ji bo me, wekî komkujiyên Helebçe û Enfalê ne."    Piştî axaftinan di çarçoveya bernameya bîranînê de gorên giştî yên li Gir Zerek, TiilEzer û Sîba Şêx Xidir hatin ziyaretkirin. Li ser goran zêmar hatin lorandin û find hatin vêxistin.    Piştî ziyaretkirina giran li Şengalê meşeke girseyî hat lidarxistin. Meş ji bajarokê Sinûnê yê Şengalê dest pê kir heya Qada Şehîd Zerdeşt dewam kir. Parlementerên HDP'ê Feleknas Ûca û Semra Guzel, Tevgera Ciwanên Êzidî, TAJÊ, PADÊ, Meclîsa Gel, Alimên Olî yên Êzidî û gelek kes tevli meşê bûn. Di meşê de pankarta li ser "Tolhildana 74 fermanan, xwe parastin û xwe rêvebirine” nivîsandî hat vekirin û dirûşmeyên "Bijî berxwedana Şengalê","Bimre Îxanet" û "Êzidî natirsin" hatin berzkirin.    Piştî deqeyeke rêzgirtinê ji fermandarên YBŞ'ê Pîr Çeko Şengalî axivî. Şengalî kesên di fermanê de jiyana xwe ji dest dan bibîr anîn û destnîşan kir ku şert û merc çi dibin bila bibin dê Şengalê biparêzin.    Paşê li ser navê Alimên Olî yên Êzidî Man Bedel axivî. Bedel, bal kişand ser têkoşîna li dijî fermanê.    Meş bi berzkirina dirûşmeyên "Bijî berxwedana Şengalê" û "Bimre xiyanet" bi dawî bû.